NAVENDA NÛÇEYAN - Karbidestên Îranî, bertek nîşanî êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê dan û êrişê wekî binpêkirina agirbestê bi nav kirin.
Serê sibê, artêşa Îsraîlê wargehên li başûrê Lubnanê hedef girt. Êrişeke hewayî li ser bajarokê Şûkîn ê li herêma Nebatiyeyê hat kirin û di heman demê de bajarokê Xirbet Selmê jî bi topan hat hedefgirtin.
Piştî êrişan, Hizbullahê ragihand ku wan binesaziya leşkerî ya Îsraîlê li bajarê Tiberyasê li bakurê Îsraîlê hedef girtiye. Di daxuyaniyeke nivîskî de, Hizbullahê got ku êrişa mûşekî ji bo parastina Lubnanê û wekî bersivek li ser binpêkirina agirbestê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin. Karbidestên Îranî, der barê mijarê de daxuyanî dan û diyar kirin ku êriş dikarin şer ji nû ve gur bikin.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, li ser hesabê medyaya sanal X'ê li ser êrişan daxuyanî da û got: "Agirbesta di navbera Îran û DYA'yê de li hemû eniyan, tevî Lubnanê jî, agirbestek bê guman e. Binpêkirinek li eniyekî binpêkirina agirbestê li hemû eniyan e. DYA û Îsraîl ji encamên her binpêkirinê berpirsiyar in."
Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Xalîbaf, di daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê medyaya sanal îma kir ku Amerîka li pişt êrişên Îsraîlê ye. Xalîbaf got: "Zêdekirina sûcên şer û dorpêça deryayî ya rejîma Siyonîst a qirker li Lubnanê delîleke eşkere ye ku Amerîka agirbestê binpê kiriye. Her bijarteyek bihayek heye û fatûre dê were dayîn. Her tişt dê baş be."