Îranê dronek DYA’yê xist

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Îranê ragihand ku SÎHA’yeke bi tîpa MQ-1 Predator a artêşa DYA’yê xistiye.
 
Îranê ragihand ku balafireke bê mirov a biçek (SÎHA) ya artêşa DYA’yê ya herêmî ya bi tîpa MQ-1 Predator, li ser avên herêmî yên Îranê hatiye xistin.
 
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ve hatî dayîn de wiha hate gotin: “Îro danê siharê, balafireke bê mirov a MQ-1 ya artêşa DYA’yê ku bi armanca pêkanîna operasyoneke dijminane ketibû qada esmanî ya li ser avên herêmî yên Îranê, ji aliyê muşekên parastina esmanî yên nûjen ên Supaya Pasdaran ve hat tespîtkirin û hat xistin.”
 
Di daxuyaniyê de hişyarî hate dayîn ku “wê li dijî her cûre êrişkariyê bi biryardarî bersiv were dayîn.”