Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li şampiyonê boksê Naqdî birî

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Îranê cezayê darvekirinê li şampiyonê boksorê Benyamin Naqdi yê ji Şîrazê birî.

 
 
Dewleta Îranê 3'yê Çileyê boksor Benyamin Naqdi bi hinceta tev li çalakiyan bûye, girt. Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê bi îdîaya “xirabî kiriye” cezayê darvekirinê li Naqdi birî.
 
Parêzerê Naqdi, Mostafa Nili ragihand ku ew ê îtîrazê biryarê bikin. Nili anî ziman ku biryar wê di nava dema qanûnî de, li Dadgeha Bilind a Îranê were temyîzkirin.