Bi deh hezaran cenazeyên birayên Waisi defin kirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN -  Cenazeyên Mojtaba Waisi û Maysam Waisi yên ku ji aliyê dewleta Îranê ve hatin înfazkirin, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Aktîvîstên Kurd Mojtaba Waisi û Maysam Waisi ku birayê hev in, 28’ê Gulanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin kuştin. Cenazeyên wan duh li Taxa Mehdiye (Dare Daraz yan jî Dîrij) a Kirmanşanê ji aliyê bi deh hezaran ve hatin veşartin.

Di dîmenên li ser medyaya dîjîtal de hate dîtin ku di merasîma veşartinê de her kesê cilên reş li xwe kiribû û def lê dixistin.