Li Xorasana Başûrê mal û milkên 34 kesan hatin desteserkirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Dadgehê yê Parêzgeha Xorasana Başûr Mihemed Cefer Ebdullahî, ragihand ku mal û milkên 34 kesan hatine desteserkirin.

 
Li Îranê, qanûnek ku di dema şerê Îsraîl-DYA'yê de hat derxistin, desteserkirina mal û milkên kesên ku bi "piştgiriya Amerîka û Îsraîlê", "sîxurî" û "xiyanetê" tên tawanbarkirin rewa kir. Piştî vê qanûnê, rejîma Îranê mal û milkên bi deh hezaran kesan desteser kir. Serokê Dadgehê Mihemed Cefer Ebdullahî desteserkirina hemû mal û milkên 34 kesên din ragihand. Di nûçeyeke li Mîzanê wiha hat gotin: "Li gorî mafên giştî, fermanek dadgehê hatiye dayîn ku 34 kesên ku piştgiri dane dijmin werin destnîşankirin û mal û milkên wan werin desteserkirin."