Rejîm dixwaze birayê aktivîstên hatin înfazkirin û pismamê wan bi darve bike

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîmê der barê Seccad Waisi, birayê Mojtaba Waisi û Maysam Waisi yên hatin darvekirin, û pismamê wan Şayan Waisi de bi hinceta "moharebe"yê îdianame amade kir. 

 
Rejîma Îranê di 28'ê Gulanê de li Kirmaşanê çalakvanên Kurd Mojteba Waisi û Meysem Waisi bi darve kir. Rejîmê her wiha der barê aktivîst Seccad Waisi (birayê Mojteba û Meysem Waisi) û pismamê wan Şayan Waisi ku ji ber beşdarî çalakiyên meha Çileyê bûn hatin girtin, bi tohmeta "moharebe"yê îdianame amade kir. Rêxistinên mafên mirovan û çalakvanan banga hevgirtinê kirin û diyar kirin ku her du çalakvan jî bi xetereya darvekirinê re rû bi rû ne.
 
Piştî darvekirina Mojteba û Meysem Waisi, pêvajoya dozê bileztir bû û dosyayên der barê pismamên wan hatin vekirin bi tohmeta "moharebe"yê ji Dadgeha Şoreşê ya Kirmaşanê re hatine şandin.
 
Seccad Weysi (30) û Şayan Weysi di dîrokên cuda de ji ber beşdarbûna di xwepêşandanên Çileyê de hatibûn binçavkirin. Şayan Waisi berê di dema xwepêşandanên "Jin, jiyan, azadî" de hatibû binçavkirin û bi kefalet hatibû berdan.