Îranê girtiyê Belûc bi darve kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN- Îranê, girtiyê Belûc Elyas Zeîn Al-Dînî bi darvekir. 

 
Girtiyê Belûc Elyas Zeîn Al-Dînî yê li Girtîgeha Zahedanê bi dizîka hat darvekirin. Li gor agahiyên bi dest ketin, bêyî haya malbata Elyas Zeîn Al-Dînî yê bi îdiaya "moharebe" û "kuştina peywirdarê ewlehiyê" cezayê darvekirinê lê hat birin, hat darvekirin. Li gor nûçeya Ajansa Nûçeyan a Haalvshê, saziyên fermî der barê darvekirinê de agahî nedane malbatê û tu daxuyanî jî nehatine dayîn.