Bîranîna 14'ê Tîrmehê: Em ê têkoşîna azadiyê bidomînin
Di salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê de daxuyanî hatin dayîn û hate gotin: "Em ê têkoşîna azadiyê ya ku wan canê xwe di oxira wê de da, her dem bidomînin."
Di lêpirsîna Gulistan Doku de belgeyek nû
Derket holê ku Buroya Sûcên Sîber, SIM karta Gulistan Doku şûn ve daye dozgeriyê û îdîa kir ku li ser kartê tiştek nehatiye kirin.
Hem bi lêdanê hat binçavkirin û hem jî bi muqawemetê hat girtin!
Welatiyê bi navê Mahîr Can Ada ku li Cizîrê bi lêdanê hat binçavkirin û piştre jî bi hinceta muqawemeta li dijî memûrên dewletê hat girtin.
Hat xwestin ku mirina Mûrat Çîçek were lêkolînkirin
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) banga lêpirsîna derbarê mirina lîstikvan Mûrat Çîçek a li Japonyayê jiyana xwe ji dest dabû kir û ji Wezareta Karên Derve û Konsolosxaneya Tirkiyeyê xwest ku bi berpirsyar tevbigerin.
Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Reng da 50 salên dawî yên têkoşîna azadiyê
Bi boneya salvegera Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê li ber Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwdana li Girtîgeha Amedê reng daye têkoşîna azadiyê ya 50 salî.
Li Dêrikê mirineke biguman
Li navçeya Dêrik a Mêrdînê, M.E. ya 15 salî yê di 9'ê Tîrmehê de li malê bi çekê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da.
Girtîgehê kovara 'Demokratîk Modernîteyê' neda girtî
Kovara Demokratîk Moderneîte ya ku ji girtî Kenan Avci re hat şandin, bi îdiaya têgihên di kovarê de zimanê siyasî yê PKK'ê berbelav dike, radestî wî nehat kirin.
Hevseroka Meclisa Gel a Şengalê: Bêçekkirina YJŞ-YBŞ’ê berdewamiya Peymana 9’ê Cotmehê ye
Hevseroka Meclisa Gel a Şengalê Xoxê Dexîl diyar kir ku hewldana bêçekkirina hêzên YJŞ-YBŞ’ê dê bibe berdewamiya Peymana 9’ê Cotmehê û ev yek dê rê li ber ferman û qirkirinên nû vebike.
Ji Dêrsimiyan banga hevrûbûnê
Dêrsimiyên ku derbarê wêneyên kêliya darvekriina Seyîd Riza û hevalên wî de nirxandin kirin, daxwaz kirin ku cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî bêne diyarkirin.
'Divê xebatên me yên siyasî ji çekan bihêztir bin'
Girtiyê nexweş Niyazî Budak ê ku piştî 30 salan ji girtîgehê hat tehliyekirin, derbarê pêvajoyê de got: "Divê xebatên me yên siyasî ji çekan bihêztir bin. Hêviya me ev e, armanca me pir zelal e. Civaka me jî xwedî vê ast û hişmendiyê ye. Ev rewş hêviyeke pir mezin dide mirov."
Li girtîgehên Erzînganê mafê tenduristiyê tê astengkirin
Komîsyona Girtîgehan a OHD'a Amedê, serdana girtiyên li 3 girtîgehên Erzînganê kir û ragihand ku mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em li bendê ne pêşnûmeya qanûnê pêşkeşî Heyeta Îmraliyê bikin
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê dê di nava hefteyê de li ser pêşnûmeya qanûnê hevdîtinên xwe bidomînin û dê di hevdîtinê de pêşnûmeyê qanûnê pêşkeşî Heyeta Îmraliyê were kirin.
Lêgerîna zarokê ku ketibû Çemê Mûradê didome
Zarokê 10 salî Berat Karakaya ku ketibû Çemê Mûradê, lêgerîna wî di roja 3'emîn de dewam dike.
Li Mêrdînê mirina bi guman a zaroka 15 salî
Li Mêrdînê zaroka ku beriya 4 rojan li mala xwe birîndar hatibû dîtin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.