WAN - Îsa Demîragaç ê birayê wî 27 sal û kurê wî 12 sal in girtî ye, banga berdana hemû girtiyên siyasî kir û got: "Nayê qebûlkirin ku hin bên berdan û hin jê neyên berdan."
Qanûna çarçoveyê ya ji 12 xalan pêk tê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû amadekirin, bi 467 dengan li meclisê hat pejirandin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî yasayê, tê payîn ku hejmareke mezin a girtiyan bên berdan. Malbatên ku xizmên wan di girtîgehê de ne, daxwaz kirin ku qanûn demildest bê bicihanîn.
Lêbelê, gelek girtî dê ji ber sînordarkirinên qanûnê nikaribin ji vê tedbîrê sûdê werbigirin. Yek ji van kesan Beşîr Demîragaç e; ew piştî ku di sala 1999'an de li Herêma Kurdistanê hatibû desteserkirin, radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Demîragaç, piştî ku cezayê girtîgehê yê hetahetayê ya bi şertên giran lê hatibû birîn û piştre rastî pirsgirêkên tenduristiyê hatibû, niha li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin. Îsa Demîragaç ku birayê wî Beşîr 27 sal in û kurê wî Malîk Demîragaç jî 12 sal in li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Wanê girtî ne, der barê rewşa tenduristiya birayê xwe û kurê xwe û her wiha çarçoveya qanûnê de axivî.
Demîragaç anî ziman ku birayê wî Beşîr Demîragaç bi salan e ji nexweşiyên gurçikan dikişîne û got: "Ji dema destpêkirina pêvajoya aştiyê ve welat di nava aştiyê de ye; heta roja me ya îro, çavên tu dayikekê, çi dayika gerîlayekî, leşkerekî, polîsekî an kesekî din be bi hêsiran tijî nebûne. Birayê min 27 sal in ji malê dûr e. Hemûyan bi biryardariyeke xurt ev rê şopandin. Kesên ku ji bo mafên xwe têdikoşin, li ser bingeha îfadeyên derewîn ên kesên din di girtîgehê de ne. Li gorî tu yasayê kesek tenê li ser bingeha îfadeyan nayê girtin. Divê hemû girtiyên siyasî, bi taybetî yên nexweş, bên berdan."
SALÊ CAREKÊ DIÇE SERDANÊ
Demîragaç diyar kir ku ji ber ku girtîgeh dûr e, ew tenê salê carekê dikare birayê xwe bibîne û got: "Birayê min heftêyê carekê telefon dike. Ez dikarim salê carekê biçim serdanê. Cara dawî ku ez çûm, di dema Cejna Remezanê de bû. Ez salê carekê diçim. Ew ji vir veguhastin Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê. Ew ne nêzîk e; piştî veguhastina bo Tekirdagê, serdan zehmet bû. Em bi fikar in ka rewşa wî çawa ye. Tewra dema em bi telefonê diaxivin jî, ew e ku moralê me bilind dike."
'ME DEST JI DOZA XWE BERNEDAYE'
Demîragaç bi bîr xist ku kurê wî jî di sala 2014'an de bi awayekî neheq hatiye girtin û got: "Kurê min neh salan hat darizandin û piştre ceza lê hat birîn. Me gelek zehmetî kişandin, lê me tu carî, heta rojekê jî, dev ji doza xwe berneda. Em der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi hêvî ne. Baweriya me bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re heye. Ji roja ewil ve, me hêvî û bawerî anî ku hemû girtî dê werin berdan. Çek hatin şewitandin; bila ev mirovên di girtîgehê de jî werin berdan. Îro bi sedan mirov tenê ji ber ku gotine 'Ez Kurd im' di girtîgehê de ne. Daxwaza me ew e ku dilê kesekî din neêşe. Ne rast e ku mirov hinek kesan berde û yên din li pişt hesinan bihêle û tu kes vê yekê qebûl nake."