Li Licikê berxwedanê dorpêç şikand

Parve bike:

ÇEWLÎG - Li gundê Licik ê Kanîreşê, tevî dorpêça cendermeyan berxwedana gundî û ekolojîstan a li dijî projeya JES'ê ya şîrketa Amerikî encam da, di encama muzakereyan de makîneyên kar ji qadê hatin derxistin û xebat bi awayekî demkî hatin rawestandin.

 
Li ser sînorê navçeya Gimgimê ya Mûşê û navçeya Kanîreşê ya Çewlîgê, berxwedana gel û ekolojîstan a li dijî projeya Santrala Enerjîya Jeotermal (JES) ku tê plankirin ji alîyê şîrketa Amerikî IGNIS H2 Enerji Uretim A.Ş. ve bê çêkirin, berdewam dike. Di roja duyemîn a piştî berxwedana gundiyan makîneyên kar paşve hatin kişandin, vê sibehê gundê Licikê ji alîyê gelek cendermeyan ve hat dorpêçkirin. Di dema ku têketin û derketina gund hatibû girtin de, rayedarên şîrketê bi makîneyên kar dîsa ketin qadê û dest bi xebatê kirin.
 
Tevî dorpêç û astengiyan jî gelê Licikê, gundiyên hawirdorê, ekolojîstên ku ji Gimgimê hatine û nûnerên partîyên siyasî li herêmê civîyan û piştgirî dan berxwedanê. Di encama muzakereyên de, xebatên şîrketê bo demkî hatin rawestandin û makîneyên kar ji qadê hatin paşvekişandin. Piştî rawestandina xebatan, li qadê daxuyanîyeke girseyî hat dayîn.
 
‘AXA ME TÊ DAGIRKIRIN’
 
Piştî muzakereyan Berdevkê Platforma Parastina Hawirdorê ya Newala Periyê Ekrem Alan axivî û bang li rayedarên siyasî û parlamenterên AKP'ê kir ku soza dayî pêk bînin û ev tişt got: "Dema em hatibûn Meclisê, we soza 'Tiştekî ku gelê me nexwaze em jî naxwazin' dabû me. Xwedî li soza xwe derkevin. Di encama muzakereyan de niha ji qadê paşve vedikişîn û 3-4 roj dem dan me. Em ê vê pêvajoyê hem di qada hiqûqî, hem siyasî û hem jî di qada civakî de bi têkoşînê dirêj bikin. Axa me tê dagirkirin û heta ku em IGNIS'ê ji vir bişînin em ranewestin. Ax namûsa me ye ger pêwîst bike em ê bedena xwe bidin ber makîneyên kar lê em ê rê nedin wan."
 
‘TÊKOŞÎNA CIVAKÎ PÊWÎST E’
 
Ji Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Çayan Dursun jî diyar kir ku têkoşîn nabe ji burokrasîyê an jî ji wîjdana rayedaran re bê hiştin. Dursun destnîşan kir ku destkeftî tenê bi mezinkirina aliyê civakî pêkan e û wiha axivî: "Em nikarin paşeroja van axan radestî wîjdana hinekan bikin. Biryara ku em îro li korîdorên burokrasîyê radiwestînin, sibe dikare dîsa be aktîfkirin. Pêwîst e gundî di asteke bilindtir de xwedî li van axan derkevin. Îrade, serî û bedena me, çi pêwîst bike em ê deynin holê û em ê vê têkoşînê qezenc bikin."
 
Gundîyan ragihandin ku piştî biryara rawestandina demkî ya 3-4 rojan, ew ê li herêmê nobed û têkoşîna xwe ya hiqûqî berdewam bikin.