Li Wanê konferansa jinan hat lidarxistin

Parve bike:

WAN - Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşma, “Bi têkoşîna azadiya jinan ber bi civaka demokratîk ve” li Wanê konferans li dar xist.

 
DEM Partî beriya kongreya xwe ya giştî ya ku dê di meha Îlonê de li dar bixe, li herêman konferansan li dar dixe. Di vê çerçoveyê de Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi dirûşma, “Bi têkoşîna azadiya jinan ber bi civaka demokratîk ve” li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê “5’emîn Civîna Konferansa Mezin” a jinan a bajarên Wanê, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê li dar xist. Hevserokên jin ên DEM Partiyê û DBP’ê yên bajêr û navçeyan, aktivîstên TJA’yê, endamên meclisan ên şaredariyên DEM Partiyê û endam û rêveberên saziyên civakî tev li konferansê bûn. Di civînê de ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hate girtin.
 
Di konferansê de axaftina destpêkê Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt kir. Gulşen Kurt bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji 27’ê Sibatê ve tê rêvebirin û destnîşan kir ku jin bi salan e ji bo aştiyê pêşengiyê dikin û têdikoşin. Gulşen Kurt di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinê û armanca konferansê û wiha got: “Têkoşîneke ku 52 sal in tê kirin heye û pêşengên vê têkoşînê jî jin in. Armanca vê konferansê ew e ku em nîqaş bikin ka di van 3 salan de kêmasiyên me çi bûne û em ê bi pêşniyarên nû rêya xwe xêz bikin.”
 
‘ARMANC STATUYA OCALAN E’
 
Gulşen Kurt di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi tecrîd û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û wiha pê de çû: “Armanca konferansa me ew e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibe xwedî statu û di vê pêvajoyê de rêya me vebike; em îro ji bo vê li vir in. Riya herî girîng a vê pêvajoyê rêxistinbûn e û em jî ji bo vê li vir in. Em ê ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê jî ji bo vê têbikoşin.”
 
Piştî axaftinên destpêkê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.