COLEMÊRG - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) banga lêpirsîna derbarê mirina lîstikvan Mûrat Çîçek a li Japonyayê jiyana xwe ji dest dabû kir û ji Wezareta Karên Derve û Konsolosxaneya Tirkiyeyê xwest ku bi berpirsyar tevbigerin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê derbarê mirina senarîst û lîstikvanê Kurd Mûrat Çîçek de daxuyanî da. Hevseroka Şaxa ÎHD'a Colemêrgê Sîbel Çapraz diyar kir ku Çîçek di 25'ê Hezîranê de ji ber qezaya trafîkê ya ji ber ziyana madî hatiye binçavkirin û di 3'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest daye lê piştî çend rojan ji malbata wî re hatiye gotin ku jiyana xwe ji dest daye.
Çapraz anî ziman ku divê mirina Çîçek bê lêkolînkirin û wiha axivî: "Mafê jiyanê mafê herî bingehîn ê mirovan e û nikare bi sînorên neteweyî an jî statuya hemwelatîbûnê were sînordarkirin. Eger kesek di binçavan de bimire, berpirsiyariya rayedarên dewletê yên têkildar hîn girantir dibe.0 Pêwîst e ku bûyer di her warî de baş, serbixwe, bêalî û şefaf were lêkolînkirin. Pêwîst e bê zelalkirin ku Mûrat Çiçek di pêvajoya binçavkirinê de çiqas xwe gihandiye parêzer, malbatê û kesên nêzîk û parêzer, tenduristiya wî çawa hate şopandin, şert û mercên binçavkirinê çawa bûn, qeydên kamerayê, qeydên binçavkirinê, raporên tenduristiyê û hemû belgeyên fermî yên beriya mirinê û dema mirinê bi temamî hatine parastin."
'BÛYEREKE EDLÎ NÎN E'
Sîbel Çarpraz destnîşan kir ku divê kiryarên muameleya xerab û îşkenceyê ya ku ji hêla malbata Çîçek ve hatine ragihandin jî di çarçoveya pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî de bên lêkolînkirin û wiha got: "Tê zanîn ku Kurdên li Japonyayê dijîn ji ber statûya koçberiyê, şert û mercên xebatê, nediyarî û retorîkên cudakar demeke dirêj rastî zextên civakî û hiqûqî yên giran tên. Di vê çarçoveyê de, mirina Mûrat Çîçek divê ne tenê wek dozeke dadwerî ya takekesî were nirxandin, di heman demê de di nav şert û mercên jiyanê yên hesas û bêewlehiya Kurdên li Japonyayê de jî bê nirxandin. Mafê jiyanê, ewlehiya kesane, mafê darizandineke adil, gihîştina parêzer, û qedexekirina muameleya xerab divê ji bo her kesê xwedî statûya koçber, penaber an jî karker were mîsogerkirin."
BANG LI WEZARETÊ
Sîbel Çapraz bang li Wezareta Karên Derve û konsolosxaneyê kir ku lêpirsînê vekin û wiha got: 'Em bang li rayedarên japonî dikin ku hemû agahî û belgeyên têkildarî mirina Mûrat Çîçek bi malbat û parêzerên wî re parve bikin, lêkolîneke bi bandor û serbixwe pêk bînin û sedema mirinê bi awayekî zanistî zelal bikin. Her wiha em bang li Wezareta Karên Derve ya Komara Tirkiyeyê û rayedarên konsolosxaneyên têkildar dikin ku berpirsyariya çalak di derbarê mafê malbatê yê gihîştina edaletê, prosedurên cenaze, pêvajoya şopandina qanûnî û mafê wergirtina zanyariyan de bigirin. Em ê vê pêvajoyê bişopînin da ku ev bûyer neyê veşartin ku sedema mirinê di tariyê de nemîne."