Bahçelî, der barê pêvajoyê de tiştek negot

Parve bike:

ENQERE -Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku di komcivîna partiya xwe de axivî, der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tiştek negot. 

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe de li Meclisê axivî. Bahçeliyê ku gelek geşedanên di rojevê de nirxand, der barê pêvajoyê de tiştek negot. Devlet Bahçelî der barê Lûtkeya NATO'yê û xirabûna agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de axivî û bertek nîşanî êrişên Amerîkayê yên li dijî Îranê da û xwest ku Amerîka li gor lihevkirinê tevbigere û êrişan bi dawî bike.
 
Devlet Bahçeliyê ku bi banga wî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dest pê kir di komcivîna vê hefteyê de jî tiştek negot. Balkeş e ku ev çend hefte ne Devlet Bahçelî li ser pêvajoyê tiştekî nabêje û ji aliyê MHP'ê ve jî bêdengiyek heye.