DEM Partiyê giliyê Rahmî Koç kir
- Rojane
- |
- 6 Hezîran 2026 15:48
- |
ENQERE - Meclisa Jinan a DEM Partiyê û DEM Partiyê ji ber gotinên zayendperest û nijadperest ên Rahmî Koç serî li Serdozgeriya Îzmîrê dan û giliyê Koç kirin.
Meclisa Jinan a DEM Partiyê û DEM Partiyê ji ber gotinên zayendperest û nijadperest ên Rahmî Koç ku duh di vekirina nexweşxeneyeke Îzmîrê de kiribû serî li Serdozgeriya Îzmîre da û giliyê Koç kir. Di gilîkirina DEM Partiyê de hate gotin ku Rahmî Koç nasnameya Kurd û jinan kiriye hedef û ji ber vê yekê ew giliyê wî dikin.