NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo girtiyên nexweş ên rewşa wan giran, li sê bajaran çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de banga serbestberdana girtiyên nexweş hat kirin.
Têkildarî rewşa girtiyên nexweş li sê bajaran çalakî hatin lidarxistin.
ENQERE
Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş di hefteya 613'emîn a çalakiya xwe li Kolana Sakarya kom bû da ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş.
Endamê Şaxê ÎHD a Enqereyê Bariş Barişik bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Pinar Tîkît ku li Girtîgeha Jinan a Sincanê tê girtin û berdana wê ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve du caran hat astengkirin.
Barişik diyar kir ku di mêjiyê Pinar Tikitê de kîsteke araknoîd heye û nexweşiya wê pêşve diçe û got: "Tikit ku divê di bin çavdêriya bijîşkî ya birêkûpêk de be, di rewşa tenduristiya xwe de bi xetereyên cidî re rû bi rû ye. Pirsgirêkên wê yên tenduristiyê ne tenê bi hewcedariya çavdêriya birêkûpêk ve sînordar in. Tê ragihandin ku kîsta araknoîd a di mejiyê wê de bi qasî 8 cm mezin e û di van demên dawî de ew ji ser hişê xwe diçe û krîz li dilê wê dixin. Tê gotin ku heke nexweşî pêşve biçe dibe ku pirsgirêkên cidî yên neurolojîk derkevin holê. Ji ber vê yekê, çavdêriya nêzîk a rewşa tenduristiya wê, muayeneyên bilez û dermankirina berdewam li saziyên tenduristiyê yên pispor girîng in."
Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşmeyên "Tecrîd îşkence ye, ji tecrîdê re na" bi dawî bû.
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çalakiya "Rûniştina F"yê di hefteya 741'emîn de li pêşiya avahiya komeleya xwe ya navçeya Beyoglûyê li dar xist. Aktivîstên mafên mirovan, malbatên girtiyan û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo girtiyê nexweş Adnan Oztel ê ku hê di Girtîgeha Tekîrdagê hejmar 1 Tîpa Fyê de tê ragirtin daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankertên ‘Tedawî maf e nayê astengkirin’ û ‘Bila girtiyê nexweş Emrah Nebîoglû bê berdan’ û wêneyên girtiyên nexweş hatin rakirin.
Daxuyanî ji aliyê endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Stenbolê Taylan Bekîn ve hat xwendin.
Adnan Bekîn anî ziman ku îro di girtîgehan de gihandina tenduristiyê hatiye asta sekinandinê û wiha got: “Di demên dawiyê de di girtîgehên jinan de serlêdan her ku diçe zêde dibe. Di Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan de 6 jin serî li komîsyona me dane. Li gorî serlêdanan di meha Gulanê de li Nexweşxaneya Sadî Konûk polîkîlînka dahîliyê û singê 2 bijîşk dema leşker di odê de û dest bi kelemçe girtiyan tedawî kirine. Di Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan de mafê tedawiyê tê astengkirin. Di hefteya 741emîn de girtiyê nexweş Adnan Oztel ê ku hê di Girtîgeha Tekîrdagê hejmar 1 Tîpa Fyê de tê ragirtin parve dikin. Adnan Oztel nexweşê fitiq, hemoroîd û Behçetê ye. Nexweşiya Behçetê jî di astekî pêş de ye. Bi sedema nexweşiyê jî di dereceyekê pêş de korîtî û pirsgirêkên mîdeyê heye. Çavekî wî ji sedî 60 a din jî sedî 40 nabîne. Li gorî agahiyên malbatê piştî hate girtin 5 salan nîşetên nexweşiya behçetê hatiye teşhîskirin. Lê piştî du salan tedawiya wî dest pê kiriye. Di rewşa girtîgehê de tedawî baş nehatiyekirin bi sedema wî jî Adnan Oztel hatiye asta korbûnê.”
Adnan Bekîn destnîşan kir ku berî cejnê parêzer çûne hevdîtinê û wan agahiyan parve kir: “Parêzer got çavek wî ji sedî 60 nabîne.’ Nexweşiya behçetê bandor dike çavê din jî sedî 40 nabîne. Ji meha Mijdarê ve nikare bimeşê û rûnê. Di çokê wî de îltîhap heye. Divê werzişê bike lê ji ber nikare bimeşê nikare werzişê jî bike. Divê bi aweyekî ahengar derman bixwe lê di şertên girtîgehê de nikare. Em jî li vir bang dikin divê Adnan Oztel tavilê bê berdan.”
Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD a Îzmîrê, li pêşiya Sumerbanka kevn a li Konakê ji bo girtiyên nexweş daxuyaniyek da. Di çalakiyê de pankarta ‘Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne nabe şirîkê sûc’ hat vekirin. Rêvebira Şaxa ÎHD'ê Nazli Turan daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa krîtîk a tenduristiya girtiyê nexweş ê 58 salî Abdulhalîk Orak ê ku di Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Kırıkkaleyê de tê ragirtin.
Nazli Turan diyar kir ku nexweşiyên piralî yên Orak, bûne sedema windabûneke giran di fonksiyonên wî yên jiyanî de û rasterast gefê li jiyana wî dixwin û wiha got: “Piştî nexweşiya giran a ku di sala 2023yan de derbas kir, di aliyê çepê yê laşê wî de, di destê çepê, lingê çepê û rûyê wî de felca mayînde çêbûne. Ev rewş jiyana wî ya axaftin, xweîfadekirin û danûstendinê di asteke bilind de asteng dike. Ji bilî rewşa felcê ya li aliyê wî yê çepê, Abdulhalîk Orak dema li Girtîgeha Hîlvanê bû ji aliyê gardiyanan ve hatibû derbkirin, milê wî yê rastê şikiyabû û ji ber ku bi awayekî rast necibirî ye tûşî windabûneke giran a fonksiyonê bûye.”
Nazli Turan da zanîn ku Abdulhalîk Orak nikare hewcedariyên xwe yên bingehîn ên rojane pêk bîne û ev tişt anî ziman: “Li gel tabloya giran a felcê, nexweşiyên wî yên sîbûst, astima giran, diyabet, prostat û katarakta pêşketî ya di çavên wî de hene ku hewcedarî bi bikaranîna 11 dermanên cûda yên rojane dike. Tevî ku ji ber goştê di pozê wî de zehmetiyeke giran a bêhnstendinê dikişîne jî, tedawiya pêwîst nayê kirin. Her wiha ji ber nexweşiya reflû ya pêşketî, heta niha du caran ketiye komayê.”
Her wiha Nazli Turan di serî de bang li Wezareta Dadê û Wezareta Tenduristiyê û hemû saziyên peywendîdar kir ku berpirsyariyên xwe yên qanûnî bînin cih û wiha got: “Em ê heta ku mafê jiyanê û mafê gihîştina tedawiyê ya girtiyên nexweş bibe mîsoger û di pergala înfazê de rêziknameyên ku rûmeta mirovî bingeh digirin bikevin meriyetê, daxwazên xwe bînin ziman û bi raya giştî re parve bikin.”