Ji bo windayan li çar bajaran çalakî

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan û ÎHD ji bo li aqûbeta windayan bipirse û kiryar bên darizandin doza edaletê kirin. 

 
Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) vê hefteyê jî çalakiyên xwe yên ji bo aqûbeta windayan û darizandina kiryaran berdewam kirin. 
 
AMED
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 902'yan de çalakiya xwe ya bi dirûşma “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” ku her hefte li dar dixin domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li ber peykera Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê ya li navçeya Rezan a Amedê kom bûn. Di çalakiyê de pankart û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin û aqûbeta Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên ku di 7'ê Hezîrana 1995'an de, piştî ku li Deriyê Çiyê yê Amedê hatin binçav kirin û pişt re agahî ji wan nehate girtin hate pirsîn. Parazvanên mafên mirovan, malbatên windakiriyan, Hevşaredarê Rezanê Siraç Çelîk, endam û rêveberên saziyên sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.
 
Ewilî nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Tahîr Saçakli axivî û diyar kir ku ew her hefteyê dûbare dikin ku pêşeroj aram bibe û wiha got: “Heya rojên tarî neyên zelal kirin aramî nakeve nava vê civakê. Ji ber xizmên me di van rojên tarî de hatin windakirin. Ew êşên vê rojê dayikên me dikişînin hêj berdewam dike û hêj jî di mêjiyê me de ye. Divê ew rojên tarî werin ronî kirin. Di asta navneteweyî de jî diyar e ku rayedarên dewletê yên wê demê ev kiryare kirine. Ji bo rûmeta mirovahiyê divê ev bûyer bên ronîkirin. Her çiqasî wezaretê hûndir dibêje em ê ronî bikin lê me hej jî tiştekî ber bi çav neditiye. Divê malbatên me werin guhdarikirin. Em dev ji vê heqîqetê, lêgerîna xwe bernadin. Ev qad dê vala nemine.”
 
Hevşaredarê Rezanê Siraç Çelîk jî destnîşan kir ku ev erdnîgarî sed sal in bi wan rojên tarî re rû bi rû ye û wiha got: “Ev maf mafekî herî bingehîne. Bi salan e em di vî warî de li pey lêgerîna edaletê ne. Pêvajoyeke nû dest pê kiriye û li gel vê pêvajoyê divê hevrûbûna bi raboriyê re pêk were û lêgerîna edalete bi encam bibe. Em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
Piştî axaftinan nameya keça Edîp Aksoy, Berîtan Aksoy a ku li Biritanyayê dijî, şandî hat xwendin û rêveberê Şaxa ÎHDa Amedê Yahya Polat çîroka Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz xwend.
 
Daxuyaniya çapemeniyê piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD a Êlihê di hefteya 740'emîn a çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bêne darizandin” de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistanê kom bûn. Di çalakiyê de li aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên ku di sala 1994'an de li gundê Şaklat ê navçeya Karazê ya Amedê di bin çavan de hatibûn windakirin hate pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD'ê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatibûn windakirin û qetilkirin hildan. Rêveberê ÎHD'ê Metîn Nas çîroka Salih Çalik û Sînan Fîdan xwend.
 
RIHA 
 
Şaxa ÎHD a Rihayê bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" 76'emîn çalakiya xwe ya heftane li dar xist û daxwaza bersivên der barê çarenûsa siyasetmedarên Kurd Muhsin Melik û Mehmet Ayyildiz kir. Çalakvanên mafên mirovan, malbata Muhsin Melik û gelek kesên din beşdarî çalakiyê bûn.
 
Pêşî hevjîna Muhsin Melik, Şenay Melik, çîroka jiyana wî vegot. Şenay Melîkê, Muhsin Melik wekî kesekî hestiyar li hember pirsgirêkên civakî bi nav kir û diyar kir ku divê kesên ku bûne sedema mirina wî bên darizandin.
 
Berdevka Komîsyona Têkoşîna li dijî Windakirinên di Binçavan de ya Şaxa ÎHD a Rihayê Demet Aykutê diyar kir ku ew lêgerîna xwe ya edaletê didomînin da ku balê bikişînin ser rastiya windakirin û polîtîkaya bêcezatiyê.
 
Demet Aykutê diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî komkujiyan bidomînin û got: "Wekî parêzvanên mafên mirovan, em daxwaz dikin ku çarenûsa hemû windahiyan bi her awayî bê eşkerekirin, kesên ku berpirsiyarê windakirina bi darê zorê ne bi bandor bên lêkolînkirin û darizandin û politikaya bêcezatiyê bi dawî bibe."
 
Piştî axaftinan, girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist.
 
COLEMÊRG
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê civîneke çapemeniyê li dar xist, bi boneya hefteya 230'emîn a çalakiyên xwe. Pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de Yasemîn Baran, neviya karsazê Kurd ê kuştî Hacî Karay, çîroka revandin û kuştina Savaş Buldan, Adnan Yildirim û Hacî Karay ên di 3'yê Hezîrana 1994'an de hatin revandin û qetilkirin vegot û daxwaza edaletê kir.
 
Civîna çapemeniyê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.