Rahmî Koç lêborîn xwest

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Rahmî Koç ê ku li hemberî jinên Kurd gotinên zayendperest bi kar anî, derpêş kir ku wî tu nasname hedef negirtine û lêborîn xwest. 

 
Rahmî Koç ku li hemberî jinên Kurd gotinên zayendperest bi kar anî, piştî bertekan daxuyaniyeke nivîskî belav kir. 
 
Di daxuyaniyê de ku li ser hesabê medyaya sanal ê Koç Holdîngê bi îmzeya Rahmî Koç hat dayîn wiha hat gotin: "Ji bo gotinên xwe yên ku tu nasnameyeke hedef negirtine, lêborînê dixwazim."