Di doza Kobanê ya Kerboranê de geşedaneke nû

Parve bike:

ENQERE - Di çalakiyên Kobanê de Bîlal Gezer û Sînan Toprak hatibûn qetilkirin. Piştî cînayetê, bi ser mala Kadîr Şengul ê HUDA PAR’î de hate girtin. Der heqê polîs Olcay Akkaya ku beriya serdegirtina malê agahî dabû Şengul de serlêdana sûc hate kirin. 

 
Di çalakiyên protestoyî yên 6-7’ê Cotmeha 2014’an ên li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê li navçeya Kerboran a Mêrdînê de welatiyên bi navên Bîlal Gezer û Sînan Toprak ji hêla HUDA PAR’iyan ve hatin qetilkirin. Îdianameya der heqê faîlan de piştî 12 salan hate qebûlkirin û danişîna ewil a dozê di 2’yê Adarê de li Dadgeha Cezayên Giran a Midyadê hat lidarxistin. 
 
Danişîna 2’yemîn a dozê jî di 13’ê Nîsanê de hat lidarxistin. Di danişînê de pirsa komîserê TEM’ê Olcay Akkaya ji Kadrî Şengul hate pirsîn. Şengul, got ku Akkaya di 8’ê Cotmehê de tev li lêgerîna li mala wî bûye û îdia kir ku tu hevdîtinên din pê re nekiriye. Lêbelê belgeyên parêzeran bi dest xistin, berevajiya van îdiayan e. Li gorî belgeyan; Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê qeydên HTS’ê yên Kadrî Şengul ên roya bûyerê xwest. Li ser vê yekê raporeke qeydên HTS’ê yên aydê hevdîtinên navbera 7 û 9’ê Cotmehê de pêşkeşî dozgeriyê hatin kirin. 
 
 
BERIYA LÊGERÎNÊ LI SER TELEFONÊ AGAHÎ DAYÊ! 
 
Li gorî raporê; di 8’ê Cotmehê de polîsan li mala Şengul lêgerîn kir. Akkaya ku di çarçoveya lêpirsînê de lêpirsîn kir, 3 deqeyan beriya lêgerîna malê li Şengul geriya. Akkaya, 3 deqeyan beriya lêgerîna saet di 06.00’ê de anku saet di 05.57'ê de li Şengul geriya û 20 saniyeyan axivî û saet di 05.58’ê de jî dîsa geriya û 10 saniyeyan axivî. Van agahiyan di raporê de cih girt. 
 
Piştî lêgerîna telefonê jî li mala Şengul lêgerîn hate kirin û di hundirê makîneya cilşûştinê û çopdankê de çek hatin girtin. Derket holê ku îmzeya Akkaya di girteka têkildarî çekan heye û Akkaya piştî hewldana derbeyê ya 15’ê Tîrmehê, di 15’ê Tebaxa 2016’an de bi KHK’ê ji kar hatiye derxistin. 
 
Tevî van agahiyan jî di danişîna 13’ê Nîsanê de daxwaza parêzeran a ji bo guhdarîkirina Akkaya nehate qebûlkirin. 
 
SERLÊDANA SÛC KIRIN
 
Piştî ev agahî derketin holê, bavê Toprak Tevfîk Toprak di 23’yê Nîsanê de bi rêya parêzerên xwe der heqê Olcay Akkaya de li Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê serlêdana sûc kir. Di serlêdanê de hate xwestin ku Akkaya ji ber sûcên “peywira xwe xerab bi kar aniye”, “tunekirin, veşartin an jî guherandina delîlan”, “parastina sûcdaran” û “binpêkirina nepeniya dosyeya lêpirsînê” were cezakirin. 
 
MA / Sema Bîngol