NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ji bo girtiyên nexweş ên di vê hefteyê îşaret bi pirsgirêkên tenduristiyê yên Fevzî Arslan, Abdulmenaf Aytaç û Ebubekir Yulu hate kirin û xwestin demildest bên berdan.
Aktivîstên mafên mirovan û xizmên girtiyan, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li Enqere, Îzmîr û Stenbolê çalakî li dar xistin.
STENBOL
Çalakiya “Rûniştina F” a ji hêla Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ve tê lidarxistin, di hefteya 238’an de domiya. Çalakî, li pêşiya avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê hat lidarxistin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Her wiha pankarta “Bila girtiyê nexweş Fevzsî Arslan were berdan” hate hilgirtin.
Di vê hefteyê de çalakvanan bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Fevzî Aslan ê li Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê tê ragirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla endama MYK’a ÎHD’ê Gulseren Yolerî ve hate xwendin.
Gulseren Yoleriyê îşaret bi binpêkirinên li girtîgehan ên weke sirgun, sewqên ji bo cihên dûr, binpêkirina mafê parastinê, astengkirina hevdîtinan, sepana lêgerîna tazî ya li dijî malbatên girtiyan û got ev sepan tevek jî îşkence ne û banga bidawîkirina van binpêkirin û sepanan kir.
‘TEVÎ RAPORA ATK’Ê JÎ NAYÊ BERDAN’
Gulseren Yolerî, bi domdarî bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 60 salî Fevzî Aslan û got nexweşiyên wî yên weke alzheimer, şîzofrenî û parkînsonê hene û ji ber van nexweşiyan gelek caran ser hişê xwe diçe, krîzê derbas dike, laşê wî dilerize, ji bîr dike û nikare bi tena serê xwe bijî. Gulseren Yoleriyê bi domdarî got: “Li gorî agahiyên malbata wî dane; di Cotmeha 2018’an de hate binçavkirin û 15 rojan di bin çavan de rastî îşkenceya giran hat û xwîn çû ser mejiyê wî. Rakirin nexweşxaneyê û dema tedawiya wî didomiya hate girtin. Piştî rewşa wî giran bûyî sewqî Saziya Tipa Edlî kirin. ATK’ê got; ‘nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne.’ Lê dîsa jî nehate berdan û birin qawîşa birayê wî. Kurê wî di daxuyaniya dawî de got; ‘Rewşa bavê min gelek nebaş e. Rojê sê caran krîzê derbas dike. Her carê bi mirinê rû bi rû dimîne. Dibin nexweşxaneyê û piştre dîsa tînin. Tedawiyeke baş nayê dayin. Em ditirsin ku bavê me li wir bimire. Bila bavê me were berdan.’ Divê Fevzî Aslan demildest were berdan û mafê wî yê jiyanê were parastin.”

ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya avahiya kevn a Sumerbankê ya li Konakê daxuyaniyek da. Çalakiya hefteya 378’an ji bo Abdulmenaf Aytaç ê 71 salî ku girtiyê nexweş ê giran e û li Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê tê girtin, hat lidarxistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdeng nemîne, nebe şirîkê vî sûcî” hat hilgirtin. Daxuyanî ji hêla Rêvebira Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Vetha Aydin ve hate xwendin.
Vetha Aydinê diyar kir ku Aytaç di hucreyeke yekkesî de tê ragirtin û got: “Wekî rojê aşkera ye ku kesekî 71 salî, bi kursiya astengdaran ve girêdayî û nexweşê pênçeşêrê ya piralî ye, nikare sexbêra xwe ya rojane bike. Tevî vê yekê, bi hinceta ku ‘girtiyekî din ê ji heman siyasetê nîn e’ bi tenê tê ragirtin. Ev rewş ji mafê tenduristiyê wêdetir, binpêkirina giran a mafê jiyanê ye. Her wiha ev îzolasyon tenê bi hucreyê re sînordar namîne; girtî bi heman hincetê, ji bo hewşê, sohbetê û hemû çalakiyên din ên hevpar jî bi tenê tê derxistin. Armanca girtîgehên tîpa R rehabîlîtasyon e, lê ev pêvajo ji bo Abdulmenaf Aytaç veguheriye tecrîdeke giran.”
Bi domdarî Vetha Aydinê bang li hemû saziyên peywendîdar kir ku berpirsyariyê bigirin ser xwe û bang li raya giştî kir ku bibin dengê Aytaç. Vetha Aydinê bi domdarî ev daxwaz kir: “Ji ber temenê mezin ê Abdulmenaf Aytaç, rêjeya astengdariya wî ya ji sedî 65 û nexweşiyên wî yên xetereya jiyanê çêdikin, divê ew bê berdan. Heta ku teheliya wî pêk tê, divê dawî li ferzkirina girtina yekkesî bê anîn, lênihêrîna girtî û tedawiya wî ya di hawîrdoreke sterîl de bê misogerkirin. Em; heta ku mafê jiyanê û mafê gihîştina tedawiyê ya girtiyên nexweş bê misogerkirin û di pergala înfazê de dadrêsiyên ku rûmeta mirovahiyê esas digirin bikevin meriyetê, dê daxwazên xwe bînin ziman û bi raya giştî re parve bikin.”
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ENQERE
Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 610’emîn de li ser Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê daxuyanî da. Endamên Şaxa ÎHD’a Enqereyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin” hate hilgirtin û dirûşma “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd îşkence ye, divê tecrîd bi dawî bibe” hatin berzkirin. Rêvebera Şaxa ÎHD’a Enqereyê Kezîban Kalin metna daxuyaniyê xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ebubekir Yulu ku 33 sal in di girtîgehê de ye.

Kezîban Kalinê der heqê rewşa Ebubekir Yulu ku li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin ev agahî da: “Nexweşiyên Yulu her ku diçe girantir dibin. Divê Ebubekir Yulu di 30’yê Gulana 2024’an de bihata berdan lê Lijnêya Îdarê û Çavderiyê bi hinceta ‘nebaşhaliyê’ berdana wî taloq kir. Di 30’yê Adara 2026’an de car din berdana wî j bo 6 mehan hate dirêjkirin. Rewşa Ebubekir Yulu di girtîgehê de girantir dibe. Divê demildest bê berdan. Em bang li hemû sazî û dezgehên demokratîk dikin ku ji bo azadiya Ebubekir Yulu dengê xwe derxînin. Derengmayîn, xetereya li ser jiyana wî zêdetir dike.”