NAVENDA NÛÇEYAN – ÎHD û Xizmên Windakiriyan li 4 bajaran aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn û daxwaza edaletê kirin.
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan, li 4 bajaran çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” li dar xist. Di çalakiyan de aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek, Seyîthan Yolur, Abdulcelîl Kaçar, Adnan Bagca, Mehmet Işik û Mahîr Duşunmez hate pirsîn.
AMED
Şaxa ÎHD’a Amedê û Xizmên Windakiriyan, di hefteya 901’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li navçeya Rezanê civiyan. Di çalakiyê de wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin û hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îkram Îpek, Servet Îpek û Seyîthan Yolur ên di 18’ê Gulana 1994’an de li mezraya Çaylarbaşi ya gundê Turalliyê ji hêla leşker û cerdevanan ve hatin binçavkirin û tu agahî jê nehatin girtin hate pirsîn.
Endamê Komîsyona Windakiriyan a Şaxa ÎHD’ê Tahir Saçaklidir, anî ziman ku demekî dirêj e têdikoşin û got: “Heta hesabê qirêjiyên di şer de hatine kirin neyê pirsîn û heqîqet dernekeve holê, dê aştî nebe.”
‘GUND ŞEWITANDIN Û BIRIN’
Di çalakiyê de ji xizmên windakiriyan Azamettîn Îpek jî diyar kir ku ew ji bo edaletê hatine cem hev û tevî têkoşîna wan jî ser bûyerê hatiye girtin û pirsên wan bêbersiv hatine hiştin. Azamettîn Îpek, bi domdarî got: “Em ji bo edaletê li vir in. Ne diyare ka Îkram, Servet û Seyîthan birine ku derê. Gund şewitandin û ew birin. Em hêj jî aqûbeta wan nizanin.”
Piştre jî endamê Komîsyona Windakiriyan a ÎHD’ê Yahya Polat serpêhatiya Îkram û Servet Îpek ku bira ne û Seyîthan Yolur xwend.
ÊLIH
Li Êlihê jî şaxa ÎHD’ê û Xizmên Windakiriyan di hefteya 737’an de li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Abdulcelîl Kaçar û hevalên wî ku di 17’ê Gulana 1994’an de li navenda Sêrtê hatin binçavkirin, piştre bi hinceta “ewlehiyê” birin Newala Qesaba û li wir hatin qetilkirin.
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Erkan Kolaldiran aqûbeta 4 kesan pirsî û serpêhatiya wan jî bav Omer Kaçar vegot. Li gorî Kaçar, bûyer wiha qewimî: “Malbata me li gundê Kişlacik ê girêdayî navenda Sêrtê bû. Kurê min, li gel gundiyên me Husnu Kaçar, Halîl Erzen û Rafet Ozer ji bo tiştên cejnê çûn navenda Sêrtê. Di rê de her 4 kes jî ji hêla leşkeran ve hatin sekinandin û birin Newala Qesaba. Li wir her 4 jî bi îdiaya ‘pevçûn derketiye’ ji hêla Tîmên Tevgera Taybet ve hatin înfazkirin. Çek danîn ber rexê cenazeyên wan û avêtin Newala Qesaba. Dema malbat ji bo wergirtina cenazeyan çûn, leşkeran gotin ‘ev terorîst in’ û cenaze nedan. Çapemeniya Tirk jî ev bûyer weke ‘Li çoltarê Sêrtê 4 terorîst hatin bêbandorkirin’ weşand.”
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
RIHA
Şaxa ÎHD’a Rihayê jî di hefteya 74’an de li pêşiya Novanda Park a li navçeya Xelîlîliyeyê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de pankarta wêneyên windakiriyan li ser hate hilgirtin. Vê hefteyê serpêhatiya Adnan Bagca hate vegotin û serpêhatî ji hêla endamê Şaxa ÎHD’ê Bawer Gul ve hate xwendin.
Gul, anî ziman ku li gorî gotinên birayê Bagca, Celal Bagca serpêhatî wiha ye: “Adnan Bagca, di sala 1958’an de li Sêweregê ji dayik bû. Li rawestgeha Sîverek Ordu Taksiyê ajokarî dikir. Di 11’ê Hezîrana sala 1990’an de kesekî cil û bergên baş li xwe kirin li texsiyê siwar bû û ber bi Amedê ve bi rê ketin. Û piştre tu agahî jê nehatin girtin. Birayê wî Celal Bagca serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêweregê da lê bersiv nehate dayin. Piştre jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê, Wezareta Karên Hundir û Serokkmariyê dan û xwestin aqûbeta birayê xwe hîn bibin. Lê tu bersiv jê re nehatin dayin. 6 meh piştre jî wesayîta Adnan Bagca htae dîtin. Dewletê dest danî ser wesayîtê û firot. Vaye bû 36 sal tu agahî jê nayên girtin û aqûbeta wî nayê zanîn.”
Gul, anî ziman ku ew ê heta aqûbeta windakiriyan hîn dibin têkoşîna xwe bidomînin.
Daxuyanî, piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Xizmên Windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî di hefteya 227’an de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de wêneyên windakiriyan û pankarta “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” hate hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Işik û Mahîr Duşunmez ên di sala 1994’an de hatine windakirin hate pirsîn.
Serpêhatiye Işik û Duşunmez wiha ye: “Mehmet Işik û Mahîr Duşunmez, ji bo şîna xizmên xwe yên li Bendava Zernekê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dane, berê xwe dan gundê Çilikê yê bajarokê Bajêrgehê. Dema ji gund derketin, ji hêla leşkerên di rê de kontrol dikirin ve demekî dirêj hatin sekinandin. Mehmet Işik jî bertek nîşan da. Piştre her du li wesayîteke Toyotayê hatin siwarkirin û birin.
Birayê Mahîr Duşunmez bûyer dît. Leşkerên di bin fermana serçawişekî bi navê Kamil, welatiyên rewş dipirsîn bi tundiyê dûr xistin. Birayê Mahir Duşunmez û xizmên Mehmet Işik, çûn Tabûra Cendirmeyan a Bajêrgehê û aqûbeta xizmên xwe pirsîn. Çawişekî pispor jê re got ku Işik û Duşunmez li gundê Kasranê qeza kirine. Li ser vê yekê xizmên wan çûn wî gundî. Lêbelê li vir rastî tu îşaretên qezayê nehatin.
Şêniyên gund careke din li pêşiya tabûrê kom bûn û îcar jê re hate gotin ku ketine ceyranê û anîne cem cendirmeyan. Malbatan, xwestin Işik û Duşunmez ên birîndar bi derfetên xwe bibin nexweşxaneyê lê Işik li ber tabûra cendirmeyan û Duşunmez jî li deera tunêla gundê Dileziyê jiyana xwe ji dest da.
Gundiyan xizmên xwe birin nexweşxaneyê û li ser cenazeyên wan şopên îşkenceyê hebûn, stû û pişta Işik û Duşunmez şikandibûn, şopên derbkirinê û şopên ceyrandayînê hebûn. Piştî bûyerê malbatan serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê dan û gilî kirin. Dozgerî got ku çûye cihê bûyerê û hatiye tespîtkirin ku her du jî ji ber ceyranê mirine. Daxwazname nehatin girtin û bêyî xwe li benda rapora tipa edlî bigirin dosya hate veşartin.

Hefteyek piştre jî serçawiş Kamil çû mala malbata Duşunmez û got; ‘Ji bo gilîkirinê nekevin nava hewldanan. Bûyerê zêde têkve nedin. Heke bipirsin jî dê bibêjin ketine ceyranê.’ Dema malbatê got dê dev ji dozê bernedin jî gefa ‘dê dawiya we jî heman be’ li malbatê xwar. Di salên berê de îtîrafkar Kahraman Bîlgîç di îfadeya xwe ya nivîskî û pirtûka xwe ya bîranînê de got ku Işik û Duşunmez ji hêla leşkerên di bin fermandariya Mehmet Emîn Yurdakul û ji hêla Mahmetû Yildirim (Yeşîl) ve rastî îşkenceyeke giran hatine. Her wiha got ku dema bedenên îşkencekirî teslîm kirin jî komên girêdayî Yurdakul û Yildirim ji qelebalixê re gotine ‘bila bo we bibe îbret.’”
Piştî serpêhatiyê, neviya Mehmet Işik Delîla Darayê nameya ji bo bapîrê xwe nivîsandî xwend. Delîla Darayê got: “Di sala 1994’an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê, di salên herî tarî yên vê xakê de bapîrê min Mehmet Işik sersibeheke ji malê derket û êdî venegeriya. Li pey xwe zarokên êtîm û pirsên tu caran nehatine bersivandin hişt.”