Ekolojîst Nava: Li dijî hilweşîna ekosîstemê divê em bi hev re têbikoşin

Parve bike:
AMED - Ekolojîst Lorenzo Nava, diyar kir ku li dijî hilweşîna ekosîstemê divê bi hev re têbikoşin û got: “Hewceye em tirsê veguherînin hêviyê û hêviyê jî veguherînin çalakiyan.” 
 
Foruma Aştiya Civakî û Azadiyê ya li Amedê bi atolye û panelan didome. Ji welat û derveyî welat gelek kes tev li forumê bûn. Lorenzo Nava ku weke nûnerê hewldana hawirdorê ya navenda wê Estonya Reskogîta û Rêxistina Civaka Sivîl a Alman-Kurd KulturNetzê hate Amedê, îşaret bi êrişên piralî yên li ser xwezayêkir û li dijî vê banga rêxistinbûnê kir. 
 
Nava, diyar kir ku ji bo têkoşîna ekolojiyê divê mirov ekolojiyê bizane û wiha got: “Ekologan heta niha piranî ekosîstem û hawirdor lêkolîn kirin. Lêbelê em dikarin bibêjin ekosîstemên civakên me jî hene, têkiliyên wan jî hene û mîna ekosîstemên xwezayî dimeşin. Turbo kapîtalîzm û lîberalîzm çavkaniyên dinyayê tune dikin. Tekane zindiyê formên jiyanê yên din qebûl nake mirov e. Ev jî bingeha tunebûna wan ava dike.” 
 
BANGA HEVRÛBÛNA BI TIRSÊ RE
 
Nava, banga rizgarkirina dinyayê kir û ev tişt anî ziman: “Hebûna me, jiyana me û domdariya me ya li gerstêrkê, girêdayî vê pirsgirêkê ye. Dema em dibêjin gerstêrkê rizgar bikin, gerstêrk ji xwe di ewlehiyê de ye. Heke em tune bibin jî gerstêrk dê dîsa xwe nû bike. Bi milyaran salan tenê cemed bû. Miyarek sal tenê agir bû û gelek caran xwe nû kir. Lê dibe ku mirov ne di heman rewşê de be. Anku ji Awûstralyayê heta Kanadayê, ji Arjantînê heta Rûsyayê ev pirsgirêk bandorê li her kesî dike. Lewma ev banga me banga yekitiyê ye. Lê divê were zanîn ku gava ewil divê hişyarkirin û serwerxtkirina gel be. Ev pirsgirêkeke tirsnak e. Înkarkirina pirsgirêkê, rêyeke hevrûbûna bi tirsê re ye. Lewma divê ev tirs were qebûlkirin û veguherînin hêviyê. Divê em tirse veguherînin hêviyê û hêviyê jî veguherînin tevgerê.” 
 
‘KÊM E’
 
Bi domdarî Nava got têkoşîna ekolojîk a heyî kêm e û axaftina xwe wiha qedand: “Di asta tê xwestin de sazî tune ne lê daxwazek heye. Di perwerde, atolye û hwd. de dibînî ku bertekek heye û gel gotinên me guhdarî dikin. Li hêla din şer zirareke mezin didin hevsengiya ekolojîk. Em niha di navenda krîza avhewayê de cih digirin. Divê em xwe nû bikin. Nexwe pêşeroj gelek hêviyê nade. Dema em li şerên heyî dinêrin, tevekan jî piştperdeya wan ekolojîk e. Li Îranê kontrola çavkaniyan, li Sûriyeyê kontrola avê û hwd. Anku bingeheke xurt a ekolojîk a van şeran heye. Heke em nekevin nava tevgerê, dê ev şer zêdetir bibin. Sedema vê jî ew e ku di dîroka mirovahiyê de cara ewil e utopyayeke me nîne. Di her serdema mirovahiyê de utopyayek hebû. Em êdî xeyalan jî çênakin. Girîng e ku em bizanin dê xeyalan çawa çêbikin.” 
 
MA / Fethî Balaman