NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya KJAR'ê Rozerîn Kemangerê diyar kir ku ne rejîm û ne jî civak li Îranê bêyî yekbûna jinan nikarin biguherin û got: "Pêkhateyên dewletê mêr in, ew navendî ne. Pêkhateyên 'Jin, jiyan, azadî', jin û civak in. Du xetên pir tûj li hember hev in."
Li Îranê, mirina Jîna Amînî ku sê roj piştî girtina wê ji aliyê Dewriyeya Îrşadê ve, bi îdiaya rêziknameya cil û bergên mecbûrî û serpoşê binpê kiriye (16'ê Îlona 2022'yan) jiyana xwe ji dest da, deriyên serdemeke nû vekir. Berxwedana "jin, jiyan, azadî" ku ji aliyê jinan ve li dijî zilm û qedexeyên rejîmê hatibû destpêkirin, tavilê li çaraliyê cîhanê belav bû.
Vê têkoşînê bandor li ser yekbûna rêxistinên jinan di bin yek sîwanê de jî kir. Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê (Nîna), Asoya Jinên Kurd (Rêxistina Jinên Komala), Rêxistina Têkoşîna Jinên Kurdistana Îranê, Yekîtiya Jinên Demokratîk a Kurdistana Îranê û Civaka Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di bin "Platforma Jinên Rojhilatê Kurdistanê - JÎNA" de bûn yek û biryar dan ku têkoşîneke hevpar bidin.
Armanca sereke ya platformê wekî "Yekkirina hêza hizrî û têkoşer a jinan; têkoşîna li dijî hemû cureyên cudakariya zayendî, neteweyî, çandî û çînî ya li dijî jinên Kurd li Îranê. Di vê çarçoveyê de, yekkirina têkoşîna ji bo mafên jinan bi têkoşîna rizgariya neteweyî re û naskirina wê wekî beşeke ji têkoşîna gelê Kurd a ji bo diyarkirina xweseriyê" tê pênasekirin.
Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya KJAR'ê Rozerîn Kemangerê, zext û zordariya li ser jinan li Îranê û têkoşîna li dijî wê ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.
Rozerîn Kemangerê girîngiya platforma ku wan ava kiriye destnîşan kir û got: "Ne tenê bangewazî ye; ev bangewazî divê bandorên pratîkî hebin. Werin em bi awayekî wisa bikin ku giyanên jinên ku jiyana xwe ji bo azadiyê li kolanan dane, bi aramî razin."
BERXWEDANA 'JIN, JIYAN AZADÎ'
Rozerîn Kemangerê bal kişand ser şerê ku ji aliyê DYA û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye destpêkirin û got: "Ev şer ji nişka ve dest pê nekiriye. Her kes di vî şerî de xwedî berjewendiyek e. Welat (dewletên neteweyî yên li Rojhilata Navînê) niha hewl didin ku tiştan biguherînin ji ber ku ew êdî li gorî planên xwe tevnagerin. Di 40-50 salên dawî de, her çend polîtîkayên Îranê carinan guherîbin jî, siyaseta wê ya zext û çewisandina navxweyî û siyaseta wê ya destwerdana li ser axên welatên din, neguheriye. Ango, wê siyaseteke şer li welatên wekî Iraq, Lubnan û Sûriyeyê şopand, di heman demê de daxwazên gel ji hundir ve tepeser kir. Lêbelê, şerê rastîn ê ku ji aliyê rejîma Îranê ve tê meşandin li dijî civakê û gelê wê ye. Gava ku wan êrişî civakê kir, pergala wan qels bû û hat ber hilweşînê. Ger dewletek wekî Îranê çavkaniyên xwe ji gelê xwe xerc bikira, ger wê pergalek ava bikira ku her gel tê de xwe wekhev hîs bike, dibe ku îro di vê rewşê de nebûya."
Rozerîn Kemangerê diyar kir ku Îran bi taybetî piştî berxwedana "jin, jiyan, azadî" gelek lawaz bûye û got: "Cewhera avaniya civakî ya Îranê berxwedan, serhildan û nerazîbûn e. Mînak, di salên 1996, 1998 û 1999'an de serhildanên mezin çêbûn, lê 'jin, jiyan, azadî' mohra xwe li van hemû serhildanan xist. Pirsgirêka jinan li Îranê ne tenê pirsgirêkeke zayendî ye; ew pirsgirêkeke siyasî ye û mijara hebûna civakê ye. Ji ber ku ew bûye pirsgirêkeke civakî, hemû jin rabûn ser pêyan û li ber xwe dan. Bi gotineke din, 'jin, jiyan, azadî' piştî ku hemû jin hatin cem hev derket holê. Hemû rêxistinên li Îranê gotin ku cara yekem, dirûşmeyek hemû jinan anî cem hev. Hem di warê teorîk de û hem jî di warê pratîkî de, jinan pêşengiya vê pêvajoyê kirin. Jinan civak anîn kolanan û ew ji bo serhildanê şiyar kirin. Peyama 'Azadiya civakê azadiya jinan e' bi zelalî eşkere bû."
‘HEYA JIN AZAD NEBE CIVAK AZAD NABE'
Rozerîn Kemangerê anî ziman ku "Heya jin azad nebe civak azad nabe" got: "Pêkhateyên Dewleta Îslamî ya Îranê mêr in, ew navendî ne, ew otokratîk e. Lê pêkhateyên 'jin, jiyan, azadî' ciwan, jin û civak in. Du xetên pir tûj li hev ketin û 'jin, jiyan, azadî' bi ser ket. Ev şiyarbûneke mezin a civakê nîşanî me dide."
'DIVÊ ÎRAN DEMOKRATÎK BIBE'
Rozerîn Kemangerê diyar kir ku rejîm her ku berxwedan mezin dibe, zexta xwe zêde dike û got: "Ev siyaset ber bi mirinê ve diçe. Gel rêyekê dibîne û li dijî wê têdikoşe. Bi taybetî zextên li ser jinan zêde dibin. Rewşeke xirab di girtîgehan de heye; kes nizane li wir çi diqewime. Lêbelê, ev siyaset dê qet bi ser nekeve. Rejîm niha di nebûna siyaseta xwe de difetise û êdî nikare tiştekî hilberîne. Ew rejîmeke qels e û dimire. Ew, bi civakeke zindî û amade ye li ber xwe bide re rû bi rû ye. Gelê me rêxistinkirî ye, di navbera civakan de yekîtî çêbûye. Îranê, mohra xwe li dawîanîna jiyana xist. Ji ber ku êdî ne xwedî kapasîte û ne jî hêza wê heye ku siyasetê bike. Rejîm êdî domdar nîne. Divê Îran demokratîk bibe, wekî din ev gel nikare di pergaleke wisa de bijî. Têkoşîna me ji bo demokratîkkirina rejîmê ye."
'BÊYÎ YEKÎTIYA JINAN, DÊ REJÎM NEGUHERE'
Rozerîn Kemangerê bal kişand ser ku piştî şer, pêşî rêxistinên Kurd û dû re jî rêxistinên jinan di bin heman banî de hatine cem hev û got: "Di hemû berxwedan û serhildanan de, me dît ku bêyî yekîtiya jinan, ne rejîm û ne jî civak nikare biguhere. Jin hewce ne ku çareseriyeke hevpar ji bo pirsgirêka li Îranê bibînin û îradeya guhertina wê nîşan bidin. Ji ber ku pirsgirêkên jinan li wir hevpar in û ji ber ku ew hevpar in, divê çareseriyek bi hev re bê dîtin. Em, wekî jinên Kurd, xwedî projeyekê ne û em ji bo wê dixebitin. KJAR, bi awayekî ferdî li pirsgirêkên jinan nanêre. Pirsgirêka jinan mijareke di ser siyasetê re ye. Niha dewlet û pergalek ku ji hêla mêran ve serdest e heye; bêyî ku ev pergal biguhere jiyan dê çawa biguhere? Wekî jinên Rojhilatê, têkiliyên me bi gelek rêxistinên jinan ên cuda re hene. Em pirsgirêkên jinên li Îranê ji tevahiya cîhanê û jinan re rave dikin."
Rozerîn Kemangerê bilêv kir ku pirsgirêkên jinan hevpar in û çareserî dê dê bi vê hevpariyê pêk bê.
Sibê: Li girtîgehên Îranê çi diqewime?
MA / Adnan Bîlen