AMED - Hunermendên ku bi berhemên xwe beşdarî pêşangeha li Amedê bûn, hêviyên xwe yên ji bo aştiyê anîn ziman. Beyan Bahmanî ku bi tabloya xwe ya bi rengên rûn a bi navê "Bihara Bêdeng" beşdarî pêşangehê bû, diyar kir ku divê hunermend bi karên xwe piştgiriyê bidin aştiyê.
Li Amedê çalakiyên di çarçoveya Foruma Aştiya Civakî û Azadiyê de berdewam dikin. Yek ji çalakiyên ku di dema forumê de li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê hat lidarxistin "Pêşangeha Aştiya Civakî û Azadiyê" bû. Di pêşangehê de ku berhemên 32 hunermendan hatin pêşandan, wêneyên li ser azadî, bîr û aştiyê ji perspektîfên cihêreng hatin nîşandan.

Nûpelda Oncu ya 30 salî, yek ji hunermendên ciwan bû ku beşdarî pêşangehê bû. Nûpelda Oncu bi çîrokeke ji zarokatiya xwe, bi wêneyên xwe ku pêlavên lastîkî jî di nav de, behsa serdestiya mêran li ser jinan dike. Nûpelda Oncuyê bi berhema xwe ya bi navê "Şopên Veguherînê" beşdarî pêşangehê bû, diyar kir ku ev forum gaveke pir girîng e ber bi aştiya civakî û azadiyê ve. Nûpelda Oncuyê hêviya xwe ya ji bo aştî û azadîyê anî ziman û got: "Hêviya me mezin e." Nûpelda Oncuyê bilêv kir ku hilbijartina pêlavên lastîkî wekî tiştekî bi zarokatiya wê ve girêdayî ye û got: "Ji ber ku di zarokatiya me de, di baranê de, di heriyê de ew tim hebûn. Saxlem bün. Bandora mêran li ser jinan her gav hebû û hîn jî heye. Min xwest vê yekê nîşan bidim. Jin dikarin her tiştî bikin, çi qas di bin bandora mêran de bin jî. Li vir, min nîşan da ku jinek dikare xwe bi perçeyên neynikê eşkere bike (Wêne nîşan dide). Di portreyekê de, lingên dayik û zarok li kêleka hev in, lê yên bav dûr in. Li vir, min xwest bandora bav û mêr nîşan bidim. Bav çi qas bandorê li wan bike jî, dayik û zarok di jiyana xwe de serdemeke nû heye."

‘BIHARA BÊDENG'
Beyan Bahmaniyê bi tabloya xwe ya rûn a bi navê "Bihara Bêdeng" beşdarî pêşangehê bû. Beyan Bahmanî ku 25 sal berê ji beşa sêwiran û terzîyê li Rojhilatê mezûn bûye, got: "Me dersek li ser xêzkirina laş û rengan hebû. Ev yek bi rastî bala min kişand. Min li akademiya hunerê nexwendiye, lê ji sêwirandina cil û bergan, bêtir xêzkirinê tercîh dikim. Ez beşdarî pêşangehên li Başûr, Rojhilat û Tirkiyeyê bûm." Beyan Bahmaniyê diyar kir ku tabloya wê balê dikişîne ser pêkanîna bêdeng a aştiyê û got: "Di xebata xwe de, min kulîlkên nêrgiz û simbilan û kevokek bi kar anîn. Kevok her gav sembola aştiyê ye. Beşa bêdengiyê wêneya jina ku min bi kar anî ye. Çavên girtî yên jinê sembola biryardana wê ya li ser xwe ne. Bi ya min, aştî hîn nehatiye bidestxistin. Ji ber vê yekê hîn jî li destê jinê dinêre." Beyan Bahmaniyê anî ziman ku li Rojhilatê zilm berdewam dike û ew nêzîkî 10 salan e li Tirkiyeyê dijî û got: "Ji ber vê yekê, kevoka me ya aştiyê hîn nefiriye. Em hîn jî li benda aştiyê ne."
Beyan Bahmaniyê bal kişand ser pêvajoya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye û got ku ev bandorê li beşên din ên Kurdistanê jî dike. Beyan Bahmaniyê tekez kir ku divê hunermend bi karên xwe piştgiriyê bidin aştiyê. Beyan Bahmaniyê got: "Gelê Kurd ne ew gel e ku şer dixwaze. Ew her tim aştiyê dixwaze. Ger her hunermendek karibe vê yekê di karên xwe de nîşan bide, gelên cîhanê dikarin bibînin ku Kurd aştîxwaz in." Beyan Bahmaniyê girîngiya zimanê dayikê jî destnîşan kir û got: "Ger em di warê ziman û çanda dayikê de xebata xwe xurt bikin, aştî dê zûtir were. Divê em ji cîhanê re bidin zanîn ku em aştiyê dixwazin."