Di festivalê de texrîbata ekolojîk hat nîqaşkirin: Dibêjin geşepêdan, Dêrsimê talan dikin
DÊRSIM - Di roja 3’yemîn a Festivala Munzurê de di panela ekolojiyê de endamê MEH’ê Agît Ozdemîr axivî û diyar kir ku di bin navê “Geşepêdanê” de bi kanên madenê, HES, GES û projeyên din Dêrsim tê talankirin.
Festivala Çand û Xwezayê ya Munzurê ku îsal cara 24’an tê lidarxistin, di roja xwe ya 3’yemîn de berdewam dike. Di çarçoveya bernameya festivalê de bi sernavê "Xweza Dêrsimê di bin dorpêça wêranbûna ekolojîk de" panelek hat lidarxistin. Panela ku moderatoriya wê Cîgirê Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Yilmaz Cesur kir, Seroka Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Hatun Esen, ji Yeketiya Odeyên Endazyar û Avahîsazan a Tirkiyeyê (TMMOB) Dêrsim Gul, Parlamentera Yenî Partiyê ya Stenbolê Evrîm Rizvanoglu û ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê (MEH) Agît Ozdemîr wek panelîst beşdar bûn.
Di panelê de pêşî Hatun Esen axivî û diyar kir ku qanûnên ku tên derxistin destê aliyê sermayeyê xurt dikin û bi vî awayî xweza bi hêsanî ji talanê re tê vekirin. Esen destnîşan kir ku têkoşîna ekolojiyê gelekî berfireh e û got: "Her kes ji bo axa xwe li ber xwe dide, lewre dema ku mirov ji wan axên xwe derkevin, jiyan ji wan re dibe jehr. Li ser Dêrsim û erdnîgariya wê gelek lîstik hatin lîstin. Piştî komkujiya Dêrsimê, di salên 90’î de bi hinceta 'ewlehiyê' mirovên me ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Em hemû dizanin ku di wan salan de wêranbûna ekolojîk çiqas mezin bû. Li cihê ku li Dêrsimê veberhênanê li kanên madenê bikin, bila veberhênanê li mirovên ku hilberînê dikin, bikin. Ev gel nikare pêleke din a koçberiyê rake. Bi derketina gel a ji vir re dê şîrketan çawa bixwazin tevbigerin. Wêranbûna li vê erdnîgariyê dê mezin bibe. Ji ber vê yekê divê her kes xwedî li xweza xwe derkeve."
'DIVÊ EM JIYANAKE BI VÊ ERDNÎGARIYÊ RE GUNCAV NÎQAŞ BIKIN'
Piştre Dêrsim Gul axivî û diyar kir ku sîstemên ekolojîk li hemû cîhanê di bin xetereyê de ne û pirsgirêka avhewayê pirsgirêka hemû welatan e û wiha pê de çû: "Gelek cihên erdnîgariya welatê me hatine texrîbkirin. Em hîn di qonaxa parastina erdnîgariya Dêrsimê de ne. Ev serkeftineke mezin e. Mînak, li Ewropayê di qonaxa restorekirina çeman de ne lewre wan ew bi awayekî cidî texrîb kirî. Niha ji bo erdnîgariya ku texrîb kirine bi milyonan budce vediqetînin. Wan dît ku ji sedî 80’yê ekosîstem û hawirdorên Ewropayê hilweşiyane û ji bo restorekirinê ketin nav hewldanê. Îro tenê di nav sînorên qanûnî yên Munzurê de zêdetirî hezar û 600 cureyên faunayê hene, ev hejmareke gelekî mezin e. Em ê bibînin ku hinek cure li vir dîsa nayên dîtin. Lewre ji ber politîkayên lêgerîna madenê an jî çalakiyên din dê texrîbatê çêbibin. Ev yek dê hinek cureyên endemîk tune bike. Em parastina vê erdnîgariyê berdewam bikin, lê ji aliyekî din ve jî divê em nîqaş bikin ka em dikarin jiyaneke bi vê erdnîgariya ku em tê de dijîn re guncav biafirînin an na. Vegera gundan heye, lê ev veger dê bi xwe re hinek zehmetiyan jî bîne."
'ENERJIYA KU JÎNGEHÊ TUNE DIKE NE PAQIJ E'
Di panelê de herî dawî Agît Ozdemîr axivî û li ser bazarkirina ava ku çavkaniya jiyanê ye nirxandin kir û wiha axivî: "Di salên pêşiya me de dê şerên avê derkevin. Ji bo mînak em dizanin ku di şerê di navbera Îsraîl û Fîlistînê de av mijareke bingehîn e. Li Kurdistanê bi GAP’ê re îro dihat plankirin ku bêkarî bê qedandin lê berevajiyê vê yekê çêbû. Ev hemû ne xeletiya endezyariyê bûn, tercîheke siyasî bûn. Mesele Bendava Ilisuyê, xwestin mekanê bîrekê tune bikin. Ji bo girtina ser Komkujiya Zîlanê Bendava Koçkopruyê çêkirin. Av anha wekî çekekê tê bikaranîn. Li gorî lêkolînan di sala 2040’î de gelek welat dê rastî krîza avê bên û piraniya vê jî dê welatên li Rojhilata Navîn bin. Têkiliya Dêrsimê ya bi dewletê re her tim bi 'ewlehiyê' hat bibîranîn. Armanc îro jî heman tişt e. Di 38’an de gotin 'serhildan' û komkujî kirin, di salên 90’î de gotin 'ewlehî' û gundên me vala kirin, îro jî dibêjin 'geşepêdan' û bi kanên madenê, HES, GES û projeyên din Dêrsimê talan dikin. Enerjiya ku navenda baweriyê û jîngeha gelekî tune dike, ne enerjiya paqij e."