AMED - Ekolojîst Johana Pytlickova anî ziman ku li şûna ku mirov ji bo xwezayê “şînê” bigire divê têbikoşe û bal kişand ser ku xurtbûna jinan di têkoşîna ekolojiyê de xwedî cihekî girîng e.
Roja Hawirdorê ya Cîhanê, di sala 1972’yan de li bajarê Stockholm ê Swêdê di Konferansa Derdorê ya Neteweyên Yekbûyî de bi biryarekê hat ragihandin. Ev roj bi armanca xurtkirina hişmendiya hawirdorê li seranserê cîhanê, her sal di 5’ê Hezîranê de tê pîrozkirin. Ji ber vê rojê, li seranserê cîhanê di mijarên wekî qirêjiya hawirdorê, krîza avhewayê û parastina jiyana xwezayî de hişyarkirin tê armanckirin.
Aktîvîsta ekolojiyê Johana Pytlickova bal kişand anî ziman ku têkoşîna ekolojiyê têkoşîneke berdewam e û bang kir ku ji bo xwezayê têkoşîn were kirin.
Johana Pytlickova diyar kir ku divê rastiya krîza ekolojîk were qebûlkirin û ev tişt got: “Ya girîng ne tenê krîz bi xwe ye, fêmkirina tiştên ku dema em bi vê krîzê re dijîn di hundirê me de diqewimin e jî. Li dijî van hemûyan de em çawa dikarin bêtir bi hêz bimînin? Berî her tiştî divê em rastiya krîza ekolojîk a ku em tê de dijîn qebûl bikin. Dema em li xerakirina xwezayê, krîza avhewayê û nezelaliya der barê pêşerojê de dinêrin, hestkirina tirs, xemgînî, fikar, bêçaretî an jî bêhêvîtiyê gelekî xwezayî ye. Li şûna ku em hebûna van hestan înkar bikin, pêdiviya me bi dîtin û fêmkirina wan heye. Lewre em ji xwezayê qut nînin. Em piranî xwe wekî kes hest dikin, lê di rastiyê de em perçeyekî pir mezintir a jiyanê ne. Em hem bi hev re û hem jî bi cîhana ku em tê de dijîn ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê, dema ku zirar digihîje xwezayê, ev bandorê li me jî dike. Êş, fikar û şîna di hundirê me de jî di rastiyê de encama vê girêdanê ye.”
‘LI ŞÛNA ŞÎNGIRTINÊ DIVÊ EM TÊBIKOŞIN’
Johana Pytlickova destnîşan kir ku li şûna ku mirov ji bo xwezayê “şînê” bigire divê têbikoşe û wiha pê de çû: “Îro ji bo van hestên ku gelek mirov dikişînin, têgehên wekî şîna hawirdorê, fikara hawirdorê an jî aloziya hawirdorê tên bikaranîn. Lêbelê, ya girîng ne tenê pênasekirina van hestan e, fêrbûna çawaniya jiyîna bi wan re û veguherandina wan e jî. Ji bo vê jî gelek rê hene. Bûyîna perçeyekî civakê yek ji van e. Ji ber ku dema mirov hîs dike ku ne tenê ye, dikare bêtir bi hêz bibe. Rêyeke din jî ev e ku em ji nû ve bi laşê xwe re têkiliyê deynin. Ez di xebatên xwe de bi taybetî li ser vê disekinim û balê dikişînim ser vê.”
EKOLOJÎ Û JIN
Johana Pytlickova behsa rola têkoşîna jinan a di ekolojiyê de kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez dixwazim li ser têkiliya di navbera jin û ekolojiyê de çend tiştan bibêjim. Li gora min ev her du mijar nikarin ji hev cuda werin fikirîn. Em piranî ji Cîhanê re dibêjin ‘dayik’. Dibe ku ji ber vê yekê jin xwe bêtir nêzîkî vê girêdana bi xwezayê re hîs dikin. Ez jî dibînim ku di qada ekolojiyê de jin hebûneke pir bi hêz nîşan didin. Ez bawer dikim ku di navbera xurtbûna jinan û hestiyariya ekolojîk de têkiliyeke girîng heye. Ji ber ku jin piranî bi mijarên wekî xwedîkirin, parastina têkiliyan, mezinkirin û domandina jiyanê re bêtir di nav têkiliyê de ne. Parastina xwezayê jî parastina jiyanê ye. Ji ber vê yekê ez difikirim ku xurtbûna jinan û hişmendiya ekolojîk du qadên ku hevdu xurt dikin in.”
DER BARÊ JOHANA PYTLICKOVA DE
Johana Pytlickova, ku di qadên terapiya xwezayê, yoga de pispor e, di saziya hawirdor û perwerdehiyê ya Rescogita OU ya ku navenda wê li Estonyayê ye de wekî perwerdekar dixebite. Ew di xebatên xwe de armanc dike ku girêdana di navbera psîkolojiya mirov û xwezayê de xurt bike, bi taybetî li ser ekolojiya civakî, berxwedana civakê di serdemên krîzê de û felsefeya dixebite.
MA / Fethî Balaban