MÛŞ - Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mehmet Seyîdalîoglû diyar kir ku JES a ku tê plankirin li Gimgimê bê çêkirin navendên baweriyê yên Alewiyan dixe xetereyê û got: "Dê qada me ya jiyanê talan bikin."
Talana li ser xwezaya Kurdistanê, piştî qanûna avhewayê ya ku di 2’yê Tîrmeha 2025’an de ji aliyê Meclisê ve û di 9’ê Tîrmeha 2025'an de jî di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê, bi maden û gelek xebatên lêgerîna enerjiyê zêdetir bû. Talana ekolojîk a li bajarên Kurdistanê ku rû bi rûyê êrişên Santrala Enerjiya Jeotermal (JES), Santrala Enerjiya Rojê (GES), Santrala Enerjiya Bayê (RES) û kanên madenê ye, bû projeya JES’ê ya ku li navçeya Gimgim a Mûşê tê plankirin.
BANDORA LI SER QADÊN JIYAN Û BAWERIYÊ
Projeya JES’ê ya ku di nava sînorên gundê Xwarikê yê Gimgimê de tê plankirin, ji aliyê xelkê herêmê ve wekî polîtîkayeke şerê taybet tê nirxandin. Ew yek ku piraniya gundên ku proje bandoreke neyînî li wan dike gundên Elewiyan in, dîsa ji aliyê xelkê herêmê ve wekî êrişek li ser qadên jiyanê yên Elewiyan tê dîtin. Projeya ku ji aliyê şîrketa IGNIS H2 A.Ş. ya ku navenda wê li Amerîkayê ye tê plankirin û wekî veberhênanê pêşkêşî herêmê hatiye kirin, di serî de ziyaretgaha Gireboa ku beriya 10 salan bi hinceta goristana PKK’ê ye hatibû bombebarankirin û gelek ziyaretgahên din ên mîna Nînga Dûndûlê, Kalê Spî, Korîbava û Nîşanerojê bi xetereya tunebûnê re rû bi rû dihêle. Projeya JES’ê ya ku ji bo sewalkarî, çandinî û navendên baweriyê xetereyeke mezin çêdike, bû sedem ku gelê Gimgimê di 3’yê Gulanê de li qada ku tê plankirin sondaj bê kirin, dest bi çalakiya nobeda konan bike.
Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mehmet Seyîdalîoglû, bandorên neyînî yên projeyên maden û enerjiyê yên li Dêrsim û Gimgimê tên plankirin, li ser baweriyê nirxand.
'GEL DÊ BÊ KOÇBERKIRIN'
Mehmet Seyîdalîoglû yê ku ji qada çalakiya nobedê ya li dijî projeya JES’ê ya li gundê Xwarikê axivî, bal kişand ser ziyareta Gireboayê û girîngiya wê ya ji bo gelê Elewî û destnîşan kir ku welatî bi girtina nobeda konan a li dijî projeyê li ber xwe didin û anî ziman ku pispor ji bo projeya plankirî gelek caran balê dikişînin ser rîska erdhejê û talana xwezayê û ev tişt got: “Ji ber xazên ku dê ji sondajê derkevin, êdî ne giya şîn dibe ne jî mirov dikare lê de bijî. Ew ê qada me ya jiyanê ya ku di nava zîyar û dîyarên me de ye talan bikin. Gel ê neçar bimîne ku koç bike. Par li gundê me Çorsanê tenê 10 xaniyên nû hatin çêkirin. Lê ji dema ku ev proje hatiye bihîstin û vir ve, fikra kesên ku plan dikirin vegerin gundê xwe û xanî çêkin guherî. Dema ku ax, av û hewaya me ji destê me biçe, em ê çawa bikarin bijîn? Gelê me bi hev re projeyê protesto dike.”
'MIROVÊ KU TÊ KOÇBERKIRIN, JI BAWERIYA XWE DÛR DIKIVE'
Seyîdalîoglû anî ziman ku li Kurdistanê polîtîkayeke talanê ya berfireh tê rêbevirin û diyar kir ku desthilat pêdiviyên pêvajoya aştiyê bi cih nayîne û wiha pê de çû: “Ev erdnîgarî pir hat talankirin. Her roj derewên wekî ‘Me li Gabarê evqas petrol dît, me li Deryaya Reş ev xebat kir’ hene. Armanca wan ew e ku Kurdistanê bikin çolter. Dixwazin ku jiyana mirovan tune be, her kes koç bike. Mirov dema ji axa xwe dûr dikeve, ji bawerî û îtîkada xwe jî dûr dikeve. Asîmile dibe. Bênasname dibe. Li ser Çemê Dîcleyê gelek bendav hatin çêkirin. Ne tenê ew herêm, bi bendava Kebanê re jî ax hatin desteserkirin. Axên berhemdar hatin talankirin. Di paşerojê de, em ê li ser van axên mayî çi biçînin?”
MA / Can Kirbaş