Ger qeşayên Cîloyê neyên parastin dê winda bibin

Parve bike:
COLEMÊRG - Qeşayên Cîlo yên 20 hezar salî yên li Geliyê Cennet Cehennemê, ger neyên parastin wê tune bibin.
 
Li Colemêrgê Geliyê Cennet Cehenemê ku bi bedewiyên xwezayî yên bêhempa, bi qeşayên hezaran salî, sûlavên ji ber helandina berfê çêdibin û platoyên kesk ên geş, balê dikişîne. Geliyê bi qasî 45 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr e, li binê Çiyayê Cîlo ye û bilindahiya wê bi qasî 3 hezar û 500 metre ye.
 
Bi germbûna hewayê re, her çar demsal di heman demê de tên jiyîn. Beşa geliyê ku jê re "cennet" tê gotin, xwedî nebatên kesk ên geş e. Her wiha gelek şelale hene ku ji ber helandina berfê û platoyan çêdibin.
 
Herêma ku wekî "cehennem" tê zanîn, cemedên 20 hezar salî dihewîne. Ev cemedên ku her sal ji hêla bi hezaran geştiyarên navxweyî û navneteweyî ve tên ziyaretkirin, di salên dawî de ji ber germbûna gerdûnî û wêrankirina ji ber mirovan beşeke girîng ji qebareya xwe winda kirine. Tê gotin ku heke tedbîr neyên girtin, dibe ku cemed di nav 20 salan de bi tevahî bihelin.
 
Ji ber vê sedemê, pispor daxwaz dikin ku herêm, bi taybetî cihê ku cemed lê ne, ji festîval û çalakiyên mirovan re were girtin.
 
MA / Azad Altay