Sûlava Kanîspî gur bû!

Parve bike:

WAN - Sûlava Kanîspî ya li navçeya Şaxê ji ber barana zêde û germahiyê gir diherike.

Li navçeya Şax a Wanê Sûlava Kanîspî gur diherike. Sûlava Kanîspî ku bi qasî 5 kîlometreyan ji navenda bajêr dûr e, bi gelemperî her sal di meha Nîsan an Gulanê de gur diherike.
 
Ava ku ji zinarên bi bilindahiya 100 metreyan diherike xwarê balö dıkışine. Keskahiya derdorê û çiyayên bilind bedewiyeke din li vê dîmenê bar dikin. 
 
Îsal jî, ji ber barana zêde û hewaya germ, sûlava Kanîspî gur dest bi herikînê kir. Serdêrên sûlavaê jî zêde bûne. HEr wiha geştiyarên xwecihî û biyanî li ber sûlavê wêneyan digirin û li nêzî wê pîknîkê dikin.
 
MA / Bîlal Babat