‘Li dijî talankirina xwezayê em li cem berxwedana gelê Gimgimê ne'
Nûnerên rêxistinên ekolojiyê û olî ku serdana çalakiya konê ya li dijî projeya JES'ê ya li Gimgimê kirin, diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin berxwedana gelê Gimgimê ya li dijî wêrankirina xwezayê.
Tevî biryara dadgehê jî Sînpaş li Parka Milletê otêlê çêdike
Tevî biryarên dadgehê jî, Sinpaş li Parka Milletê ya Marmarîsê avakirina otêlekê didomîne. Ekolojîst Halîme Şamanê destnîşan kir ku ev rewş li dijî hiqûqê ye.
Li Mûşê talankirina xwezayê bi pakêta 'enerjiya nûjenkirî' didome
Projeyên santralên enerjiya rojê yên ku di çarçoveya pakêta "enerjiya nûjenkirî" de ji gelê herêmê re hatine pêşkêşkirin, li Mûşê jî tên pêkanîn. Jîngeha xwezayî ya bajêr dê ji ber 6 santralên enerjiya rojê ku hin ji wan hîn di qonaxa projeyê de ne, bêtir zirarê bibîne.
Deşta Mûşê bi kulîkên sor xemilî
Bi germbûna hewayê re, kulîlkên sor ên ku li Deşta Mûşê vebûne, rengîniya xwezayê ziyaretvanan mest dike.
Xwezaya Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye
Li gorî raporên ku Rêxistina Hawirdorê ya Îranê, pergala xwezayî ya welêt êdî qonaxa hişyariyê derbas kiriye û gihîştiye asta tunebûnê.
Li Havaçorê nobeda xwezayê berdewam e: Werin em xwedî li xwezayê derkevin
Şêniyên herêmê yên ku li hemberî talankirina xwezayê 11 roj in li Newala Havaçorê "Nobeda xweza û jiyanê" berdewam dikin, banga xwedîderketina li xwezayê kirin.
Hewza Dîcle û Firatê di bin dorpêça ekokujiyê de ye: 244 HES û GES dixebitin
Li herêma ku hewzên Dîcle û Firatê dihewîne, ji ber HES û JES'an wêrankirina ekolojîk berdewam dike. Li hewzê, 169 HES û 75 projeyên GES'ê dixebitin û 43 projeyên HES'ê yên di asta lîsans/berîlîsansê de ne û 77 projeyên HES'ê jî di asta plansaziyê de ne. 20 projeyên GES'ê jî di asta berîlîsansê de ne û 26 jî di asta çêkirinê de ne.
Ekolojîst Johana Pytlickova: Li şûna ku em ji bo xwezayê ‘şînê’ bigirin, divê em têbikoşin
Ekolojîst Johana Pytlickova anî ziman ku li şûna ku mirov ji bo xwezayê “şînê” bigire divê têbikoşe û bal kişand ser ku xurtbûna jinan di têkoşîna ekolojiyê de xwedî cihekî girîng e.
Rêveberê DAD’ê nerazîbûn nîşanî JES’ê da: Dê qadên jiyanê bên talankirin
Rêveberê Navenda Giştî ya Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Mehmet Seyîdalîoglû diyar kir ku JES a ku tê plankirin li Gimgimê bê çêkirin navendên baweriyê yên Alewiyan dixe xetereyê û got: "Dê qada me ya jiyanê talan bikin."
Ger qeşayên Cîloyê neyên parastin dê winda bibin
Qeşayên Cîlo yên 20 hezar salî yên li Geliyê Cennet Cehennemê, ger neyên parastin wê tune bibin.