Di geremoliya li perestgehê de gelek kes mirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Di geremoliya li perestgeheke Hindu ya li eyaleta Bihar a li rojhilatê Hindistanê de, herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 19 kes birîndar bûn.
 
Li Perestgeha Ashok Dham a li herêma Lakhisarai bi hezaran kes ji bo bîranîna Şiva ku weke xwedayê Hindu tê zanîn, hatin ba hev û geremoliyeke mezin çêbû.
 
Hat ragihandin ku di geremolê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 19 kesên birîndar bûne ku birîndar rakirine nexweşxaneyê û hat diyarkirin ku rewşa hatiye kontrolkirin.
 
Serokwezîrê Biharê Samrat Choudhary bûyer weke "dilê mirov parçe dike" nirxand.
 
Her wiha hat ragihandin ku dê 400 hezar rupiyê Hindistanê (nêzî 3.600 euro) li qurbaniyê malbatan bê dayîn.