Dîplomasiya DYA-Çînê: Beriya pevçûna mezin amadekirina mercan e

Parve bike:

ENQERE- Dr. Mîthat İshakoğlu destnîşan kir ku serdana DYA-Çînê, beriya pevçûneke mezin a kûrewî amadekirina mercan e û wekî rengvedana şerekî pêşketî ye û got: "Ji bo tevgera siyasî ya Kurd ev rewş, bi awayekî hemwext hem qadeke fersenda dîrokî û hem jî xetereyeke hebûnê di nav xwe de dihewîne."

 
Şerê DYA-Îsraîlê yê li dijî Îranê ku di 28'ê Sibatê de dabûn destpêkirin piştî du mehan bi pêşnûmeyên muzakereyê berdewam dike, danûstandinên dîplomatîk ên DYA'yê di nav derdorên kûrewî de tên nîqaşkirin. Serdana Serokê DYA'yê Donald Trump a piştî nêzî deh salan ji bo Çînê tê axaftin û nêrînên ku dibêjin Îran û gel li ser maseya DYA-Çînê veguherîne amûreke bazirganiyê jî zêde dibin. Di şerê hegemonîk ê ku li Rojhilata Navîn bi gelek aktoran re berdewam dike de, stratejiya rêya sêyemîn a Kurdan derdikeve pêş.
 
 
Akademîsyen û siyasetmedar Dr. Mîthat Îshakoglû, ku di pêvajoya damezirandina Centre for Kurdish Affairsa li Ingilistanê de jî cih girtiye, hevdîtina DYA-Çînê ya ku di navbera 13-15'ê Gulanê de pêk hat, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
DI PLANA HÊZÊN KÛREWÎ DE ÇU HEYE?
 
Îshakoglû anî ziman ku serdana DYA-Çînê divê wekî rengvedana rasterast a pêşbaziya hêzê ya di navbera aktorên ku têkoşîna hegemonyaya kûrewî dikin û şerê herêmî yê ku li Rojhilata Navîn kûr dibe, were xwendin. Îshakoglû diyar kir ku DYA di pêngavên xwe yên li dijî Îranê de li pey salnameya xwe ya stratejîk maye û gihîştiye sînorên xwe yên lojîstîk û siyasî yên li qadê. Îshakoglû destnîşan kir ku DYA'yê piştî vê yekê bi Çînê re têkiliya dîplomatîk daniye û bi vê yekê armanc kiriye ku metirsiyên kûrewî kêm bike û qada tevgera xwe ewle bike û ev tişt got: "Tevî ku di encama hevdîtinan de lihevkirinek kûrewî di navbera aliyan de pêknehatibe jî, lihevkirinek li ser destwerdana rasterast a qadên bandorê yên hevdu derketiye pêş. Rastiya bingehîn a li vir ev e; plana dîplomasiya kûrewî, ne li ser mafên demokratîk û aramiya gelên herêmê ye, bi tevahî li ser stratejiyên hêzên serwer e ku berjewendiyên xwe yên emperyal herî zêde bikin û statukoyên xwe yên kûrewî xurt bikin."
 
'LI KURDAN BI AWAYEKÎ TAKTÎKÎ Û KONJOKTUREL DINÊRIN'
 
Îshakoglû diyar kir ku di dîplomasiya tê birêvebirin de Îran û hevsengiyên mîkro yên herêmî yên li dora wê wekî amûreke bazirganiyê di muzakeran de tên bikaranîn û wiha pê de çû: "Aktorên kûrewî, ji bo ku di têkoşînên xwe yên bandorê yên li ser asta makro de ku ji Pasîfîkê heta Ewropaya Rojhilat dirêj dibin avantajê bi dest bixin an jî qadên bêhnstendina stratejîk ava bikin, qeyranên li Rojhilata Navîn û dînamîkên herêmî wekî hêz bikar tînin. Gelê Kurd, van sîmulasyonên parvekirinê yên li ser berjewendiyê ava bûyî ku di her serdemê de koçberî û tasfiye para wî ketiye, ji bîra xwe ya dîrokî pir baş dizane. Gotinên demkî yên dûr, pragmatîk û carna jî statukoparêziyê yên Washingtonê yên li hemberî aktorên Kurd ne surprîz in, ev rewş bi tevahî bi pîvana realîzmê ya berjewendiyên neteweyî ve têkildar e. Di vê zemîna siyaseta rasyonel de Kurd ne wekî hevalbendekî mayinde û stratejîk, lê wekî şirîkekî konjonktûurel, taktîkî tên dîtin."
 
'DÎNAMÎKÊN DIYARKET DI HUNDIR DE KOM BÛNE'
 
Îshakoglû destnîşan kir ku qeyrana ku li Îranê kûr dibe, divê tenê wekî encama zextên leşkerî yên derve an jî ambargoyên aborî neyê dîtin û di berdewamiyê de axaftina xwe de wiha got: "Dînamîkên sereke û diyarker ên vê qeyranê li hundir kom bûne, ev encama rasterast a muxalefeta civakî ya rewa ye ku çînên civakî yên bindest, di serî de jin û Kurd, demeke dirêj e li dijî otokrasiya teokratîk û mêtingeriya civakî û aboriya bênavber dikin. Hêzên kûrewî jî hewl didin vê qeyrana hundirîn tenê li gorî berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk manîpule bikin. Heke Çîn, wekî pêdiviya bazariyên kûrewî bi DYA'yê re lihev bike û ji bo aramiya herêmî mertalekî parastina darayî û lojîstîkî ava bike ku rê li ber hilweşîna pêkhateyî ya rejîma Îranê an jî hilweşîna desthilatê, ev rewş dê zemînê amade bike ku serhildanên civakî yên li hundir û dînamîka azadiya Kurd ji aliyê dewletê ve bi tundî werin tepisandin."
 
JI BO KURDAN HEM FERSEND E HEM JÎ XETERE YE
 
Îshakoglû bal kişand ser stratejiya "rêya sêyemîn" û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji ber vê yekê, Rojhilata Navîn ji bo rasyonalîteya emperyalîst beriya pevçûnên mezin ên kûrewî qada paqijkirinê ye. Serkeftina vê siyaseta tecrîd û hilweşandinê ya Washingtonê, berevajî ya ku tê îdiakirin, dê demokratîkbûn, aramî an jî normên gerdûnî yên mafên mirovan neyne herêmê. Wekî ku di mînakên dîrokî yên mîna Iraq, Lîbya û Sûriyeyê de hat ceribandin, encama pêkhateyî ya destwerdanan dê tenê parçebûnên kûr ên etnîkî-mezhebî, valahiya serweriyê û şerên wekaletê yên kronîk bin. Ji bo tevgera siyasî ya Kurd ev rewş, bi awayekî hemwext hem qadeke fersenda dîrokî û hem jî xetereyeke hebûnê di nav xwe de dihewîne.
 
Rêya Sêyemîn, tenê rewşekî doktrîner û îdeolojîk îfade nake, berevajî vê, dema ku berjewendiyên neteweyî yên berbiçav û fikarên hebûnê yên gelê me di rojevê de bin, şert datîne ku di zemîna têkiliyên navneteweyî de pêngavên pir pragmatîk, rasyonel werin avêtin. Her çend em wekî gelekî bêpar ji mafên serweriyê ne û amûreke dewletê ya sazkirî li pişt me tune be jî, divê em berjewendiyên xwe yên demokratîk û neteweyî deynin navendê û nakokiyên di dîplomasiya kûrewî de baş tehlîl bikin."
 
MA / Denîz Krabudak