Li Belucistanê êrişa bombeyî pêk hat: Gelek kes mirin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Quettayê yê eyaleta Belucistan a Pakistanê, êrişeke bombeyî li dijî trenekê ku personelên leşkerî û malbatên wan tê de bûn, pêk hat. Di encamê êrişê de gelek kes mirin.

Li eyaleta Belucistanê ya li başûrrojavayê Pakistanê, êrişeke bombeyî li hemberî trenekê hate kirin ku personelên leşkerî tê de bûn. Rayedaran diyar kirin ku di êrişê de herî kêm 24 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 50 kes jî birîndar bûn.
 
Êriş li paytexta eyaleta Belucistan li Quettayê rû da. Rayedarekî payebilind ji AFP'ê re axivî û got, di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de leşker jî hene.
 
Di dîmenên ji cihê bûyerê de tê dîtin ku vagonekê xisareke mezin dîtiye, wergeriya ye û mirov di nava enqazê de li mirovên sax digerin. Hêzên ewlekariyê yên bi çekên giran tedbîrên ewlekariyê wergirtin.
 
Li gorî rayedaran tren ji Quettayê diçû bajarê Peşaverê yê li bakurrojavayê welêt û tê de leşker û malbatên wan hebûn.
 
BLA’YÊ ÇALAKÎ LI XWE GIRT
 
Artêşa Rizgariya Belucistanê (BLA), êrişa li dijî trêna ku personelên leşkerî ji Qişleya Quettayê vediguhest, li xwe girt. Berdevkê BLA’yê Jayend Baloch di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku ev çalakî ji aliyê tûgaya fedaî Tugaya Mecîd (Majeed Brigade) ve hatiye lidarxistin û ev tişt got: “Vê sibehê, li dijî trêna ku wezîfedaran artêşa dagirker ji Qişleya Quettayê vediguhest, êrişeke xwekujiyê ya pir organîze hat kirin. Artêşa Rizgariya Belucistanê berpirsyariya vê êrişê bi temamî li xwe digire. Em ê hûrgiliyên der barê windahiyên canî û madî yên dijmin de di demekê nêzik de bi we re parve bikin.”