Li Kongoyê şewba Ebolayê: Hejmara miriyan derket 118 kesan 2026-05-19 09:56:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber şewba Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongoyê herî kêm 118 kesan jiyana xwe ji dest dan.    Li Komara Demokratîk a Kongoyê hejmara kesên ji ber şewba Ebolayê jiyana xwe ji dest dane derket 118 kesan û herî kêm di 390 kesan de jî ev şewb hate tesbîtkirin.    Berdevkê hikûmeta Komara Demokratîk a Kongoyê diyar kir ku şewb niha tenê bi çendek herêman bisînor e û li Ugandayê jî du bûyer hatine piştrastkirin û kesek miriye.