Ji Zubeyîr Aydar ji bo desthilatê: Pêvajo bi tevdîrên demkî û bi daxwazan bi rêve naçe HEVPEYVÎN

Parve bike:

STENBOL - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar daxuyaniya Devlet Bahçelî ya ku di bin 7 sernavan de dabû, nirxand û got: “Daxwaza me ew e ku aliyê li pêşberî me, bêyî ku bikeve pey bendewariyên cuda yên siyasî, li gorî rastiyên welat tevbigere. Ji bo vê jî divê mirov ji statuya Serok Apo dest pê bike.”

 
Di ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de kiribû re sal û nîvek derbas bû. Tevî dema derbasbûyî jî ji ber ku hîna tu gav nehatine avêtin, nîqaşên “pêvajo xitimî” bi xwe re anîn. Devlet Bahçelî daxuyaniyek ji 7 xalan pêk tê ku bi navê “Nexşerê”, aşkera kir. Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zubeyîr Aydar, têkidlarî daxuyaniyên Bahçelî yên ku xalên girîng dihewînin û qonaxa dawî ya pêvajoyê, pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivand.
 
Ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, di serî de Tevgera Azadiyê ya Kurd û ji aliyê gelek derdoran ve hat gotin ku “pêvajo hat rawestandin”. Hûn di vê mijarê de çi bibêjin?
 
 
Diviyabû heta niha statuya qanûnî zelal bûbûya. Serok Apo, diviyabû niha li Amedê di nav gel de bûna. Heke hikûmetê lez bikira, me dê vê hevpeyvînê ne bi online lê rû bi rû bikira.
 
Ev 20 meh in pêvajoyeke diyalogê heye, ev demeke dirêj e. Di vê pêvajoyê de gelek tişt hatin kirin. Bi taybetî rêxistinê di van mijaran de ji her kesî zêdetir gav avêtin. Em nabêjin hikûmetê tu tişt nekiriye, lêbelê wekî ku dihat xwestin gav neavêtin. Di Meclisê de komîsyonek hat avakirin. Vê komîsyonê, li gorî me rapora xwe dereng amade kir. Bi hinceta cejnê û gelek tiştên din gotin ku “em ê derbasî qonaxa qanûnî-hiqûqî bibin.” Piştre di salvegera 27’ê Sibatê de ji aliyê Serok Apo ve hat gotin ku “em derbasî pêvajoyeke nû, anku qonaxa duyemîn dibin, ev jî qonaxa hiqûqî û qanûnî ye” û bi vê şêwazê hat binavkirin. Lêbelê ew cejn qediya, cejneke nû hat. Dîsa dibêjin piştî cejnê. Em vê nêzîkatiyê rast û di cih de nabînin. Piştî axaftinên ku di hevdîtina 27’ê Adarê ya bi Serok Apo re hatin kirin, diviyabû di meha Nîsanê de ev qanûn bihatina pêşberî komîsyonê û di meha Gulanê de jî diviyabû ev bubûna qanûn. Di holê de hêj tu qanûn nîn in lê axaftin hene.
 
Demeke dirêj ligel Serok Apo diyalog çênebû. Hîna jî parêzer û şande dema ku bixwazin nikarin biçin. Çapemenî, akademîsyen, derdorên siyasî, bi tu kesî re nekarî hevdîtinê bike. Dema em li van hemûyan dinêrin, em dibînin ku tecrîda li dijî Serok Apo hîna jî berdewam dike. Bi vê şêwazê ev kar ê heta ku derê biçe? Erdogan dibêje, “Di karên xêrê de divê mirov lez tevbigere.” Temam, de ka bi lez tevbigere. Em wekî rêxistin, em lez tevgeriyan. Du roj piştî daxuyaniya Serok Apo me agirbest ragihand. Du meh şûn de me kongreya xwe kom kir û biryara fesixkirinê da. Piştre komeke sembolîk çek şewitandin. Du meh şûn de hêz ber bi derveyî sînor vekişiyan. Me ev hemû kirin û di ser re 20 meh derbas bûn. Di bin şert û mercên asayî de, diviyabû heta niha me encam werbigirtana û li ser pêkanînan biaxiviyana. Diviyabû heta niha statuya qanûnî zelal bûna. Serok Apo, diviyabû niha li Amedê di nav gel de bûna. Heke hikûmetê lez bikira, me dê vê hevpeyvînê ne bi online lê rû bi rû bikira. Di vê çarçoveyê de li aliyê me de rewşeke derengmayînê tune ye. Heke rêzdar Erdogan bibêje di karên xêrê de divê mirov lez bike, de bila lez bike. Kesî destê wî negirtiye. Em ji bo vê amade ne.
 
Nêzîkî 2 meh in tu hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nehatiye kirin. Çavkaniyên DEM Partiyê jî ragihandin ku dê di demeke nêz de hevdîtin pêk bê. Hûn li ser vê hevdîtinê çi dibêjin?
 
Serok Apo hîna li Îmraliyê ye. Di hundirê girtîgehê de tiştekî mîna xaniyekî çêkirine lê Serok Apo derbasî wir jî nebûye. Girîng e ku car caran kesên ji malbatê û şandeya DEM Partiyê diçin û tên. Lê ev nayê wê wateyê ku tecrîd rabûye. Komisyona Meclisê jî carekê çû, lê ev nîşan dide ku ew ne di wê pozîsyonê de ye ku bikaribe vê pêvajoyê bi rêve bibe. Wekî ku me ji serî de gotiye; vê pêvajoyê tenê Serok Apo dikare birêve bibe. Aliyekî pêvajoyê ku hikûmet e, dê hemû derfetên wê hebin, lê sermuzakerevanê pêvajoyê, rêberê damezirîner û vîna ku em wekî nûnerê tevgerê dibînin, anku Serok Apo, dê di bin tecrîdê de be. Dê nikaribe bi kesê dixwaze re hevdîtinê bike, negihîje belge, agahî, telefon û înternetê. Dê sekreterya wî tune be, hevalên wî li gel wî nebin. Nexwe pêvajo bi vê şêwazê dikare birêve biçe? Pêwîst e Rêber Apo jî bibe xwediyê wê pozîsyonê ku bikaribe vê xebatê bike. 
 
Piştî daxuyaniya Murat Karayılan a li ser Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk ku gotibû “rawestandin”, Devlet Bahçelî û Tayyîp Erdogan hevdîtinek pêk anîn. Li dû vê, Bahçelî nexşerêyeke ji 7 xalan pêk tê aşkera kir. Hûn li ser vê nexşerêya Bahçelî ya ji 7 xalan çi dibêjin?
 
 
Divê mirov mesaleyê tenê nexe asteke ewlehiyê. Di vê çarçoveyê de em hewildanên Bahçelî hêja dibînin û em dixwazin ku wan hîn bêtir bi pêş bixe. Lêbelê divê naveroka mesaleyê bi muzakereyan bê tije kirin.
 
Birêz Bahçelî ji serî de di nav vê karî de ye. Gava yekemîn di Meclisê de wî avêt. Daxuyaniyên wî yên paşê jî di cih de bûn, hinek daxuyaniyên wî gelê Tirk jî matmayî hişt. Rêzdar Bahçelî di daxuyaniya xwe ya yekemîn de digot, “Bila rêxistinê fesix bike, bê Meclisê û banga çekberdanê bike. Bila ji ‘mafê hêviyê’ sûd wergire.” Serok Apo hemû berpirsiyariyên xwe bi cih anîn. Piştre rêzdar Bahçelî gotibû, “Çivîk bi yek baskî nafire.” Di daxuyaniyên dawî de jî gotinên bi vî rengî kirin û got ku divê dewlet jî gavên qanûnî bavêje. Di daxuyaniya xwe ya dawî de gotinên wî yên wekî “rêberê damezirîner” û “koordînatorê siyasîbûnê” jî di cih de bûn. Bahçelî diyar dike ku divê pêvajo wekî pêvajoya aştî û siyasîbûnê bê nirxandin. Me gotibû Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, Bahçelî jî dibêje, “Pêvajoya Aştî û Siyasîbûnê”. Yên din hîna jî gotina “Tirkiyeya bêteror” bikar tînin, lê ew pênaseyek di cih de nîn e. Mesale pir mezin e. Mesale mesaleya hebûn, tunebûna hiqûqî û qebûlkirina gelê Kurd e. Divê mirov bi vî rengî nêzîk bibe.
 
Em ji bo naveroka daxuyaniya heft xalî ya Bahçelî wekî wî nafikirin. Lê nexşerê ya ku li wir daniye, dikare bê nîqaşkirin. Ew metnek e ku divê li ser bê nîqaşkirin, sînordarkirina mesaleyê tenê bi çekberdanê nayê qebûlkirin. Mesale ne ew e ku çekên di destê rêxistinê de çawa bên girtin. Divê sedemên ku ew çek hatine girtin ji holê rabin. Çima ev mirov neçar man ku çekan hildin? Çima ev mirov neçar man ku derkevin çiyê? Divê ew sedem ji holê rabin, ev jî çareseriya pirsgrêka Kurd e. Divê Kurd daxilî nav hiqûqê bibin. Bi vê şêwazê dê di navbera Kurd, Tirk û gelên din de li ser bingeha maf, hiqûq û welatiyê wekhev tevlibûn çêbibe. Dê rêz ji nasname û çanda her kesî re bê girtin. Tiştê ku em dixwazin, çareserkirina pirsgrêkê li ser bingeha hiqûqa xwişk-biratiya hezar salî ye. Ji ber vê yekê divê mirov mesaleyê tenê nexe asteke ewlehiyê. Di vê wateyê de em hewildanên Bahçelî hêja dibînin û em dixwazin ku wan hîn bêtir bi pêş bixe. Divê naveroka mesaleyê bi muzakereyan bê tije kirin.
 
Bahçelî di daxuyaniya xwe de got ku Abdullah Ocalan divê bibe “koordînator” lê di heman demê de destnîşan kir ku mehkûmiyeta wî jî dê berdewam bike. Heman Bahçelî di destpêka pêvajoyê de sepandina “Mafê Hêviyê” anîbû zimên. Hûn van gotinên Bahçelî çawa dinirxînin?
 
 
Dibêjin biratiya hezar salî, nexwe divê em rûnin û vê hiqûqê bi her aliyê wê ve ji nû ve biaxivin. Ez nabêjim hêsan e, lê wextê wê hatiye. Heke em û rêveberiya niha ya Tirkiyeyê çareser nekin, dê kî çareser bike?
 
Bahçelî jî û her kes jî dizane ku heta Serok Apo azad nebe, pêvajo bi vî şêwazê bi rêve naçe. Tuyê rêxistinê fesix bikî û çekan berdî, lê hîna jî di girtîgehê de bî. Ev ne bi mantiq e, ne hiqûqî ye û ne jî wijdanî ye. Ev pirsgrêkeke mezin e. Ev pirsgrêk ne pirsgrêka îro ye. Pirsgirêka 200 salên dawî, anku zêdetirî 100 salî ligel Osmanî û zêdetirî 100 salî ligel Komarê bi pirsgirêk derbas bûye. Ji sala 1806’an vir ve di vê rêyê de xwîn hatiye rijandin. Divê em hemû fêm bikin ku ev pirsgirêkeke giran e. Ev mesele ne rûdana çekgirtin û çekberdana çend kesan e. Dibêjin biratiya hezar salî, nexwe divê em rûnin û vê hiqûqê bi her tiştê wê ve ji nû ve biaxivin. Ez nabêjim hêsan e, lê wextê wê hatiye. Heke em û rêveberiya niha ya Tirkiyeyê çareser nekin, dê kî çareser bike? Em amade ne, divê ew jî amade bin. Ji ber vê yekê divê deriyên girtîgehan bên vekirin, yên li serê çiyê û yên li derveyî welat bi azadî vegerin û mafê siyaseta bi nasname û çanda xwe ji wan re bê qebûlkirin. Em hêvî dikin ku Tayyîp Erdogan jî di wê xetê de tevbigere.
 
Ji bo statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî û meş hatin lidarxistin. Statuya Abdullah Ocalan tê çi wateyê û ji bo Kurdan çi îfade dike?
 
Statu, statuya birêvebirina vî karî ye. Bahçelî wekî “Koordînatorê pêvajoya aştî û siyasîbûnê” datîne pêş, ev statuyek e. Ji aliyê dewletê ve jî komisyonên cuda pêşniyar dike. Di vî warî de ji bo çareseriya meseleyê, divê Serok Apo bibe xwedî statu û ev statû li ser zemînekî hiqûqî bê rûniştandin. Bi axaftin û daxwazên bi temennî pêvajo bi rêve naçe. Vê tecrubeyê nîşan daye ku bi tevdîrên demkî pirsgirêkên bi vî rengî çareser nabin. Divê her kes jidil nêzîk bibe. Ji bo ku Serok Apo bikaribe vê pêvajoyê birêve bibe jî divê statuya wî bê diyarkirin. Pêwîst e ev statu bibe hiqûqî, bibe qanûnî û bibe biryar. Bahçelî jî dibêje, “ji aliyê hikûmetê ve hîna zelalî tune ye, em bi pratîkî bikin lê navê wê yê hiqûqî daneyînin.” Daxwaza me ew e ku aliyê li pêşberî me, bêyî ku bikeve pey bendewariyên cuda yên siyasî, li gorî rastiyên welat tevbigere. Ji bo vê jî divê mirov ji statuya Serok Apo dest pê bike.
 
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, diviyabû di meha Hezîranê de “mafê hêviyê” bixista rojeva xwe. Lêbelê di nav rojevên civînê de cih nagire. Hûn vê biryara Komîteyê çawa dinirxînin? Ji bo ku Komîteya Wezîran “Mafê Hêviyê” bixe rojeva xwe, tu çalakî, liv û tevger an plansaziyeke we heye?
 
 
Divê gelê me û her kes vê zanibe: Diyalogek heye, lê ev diyalog bi temaşekirina ji dûr ve û bêyî liv û tevgerê nagihîje encamê. Em tevger û rêxistina têkoşînê ne. Divê em têkoşînê ne tenê bi şer, lê bi xurtkirina têkoşîna demokratîk di her astê de qadan tije bikin. Divê em dengê xwe bigihînin hemû cîhanê.
 
Konseya Ewropayê, bi peymaneke ku mafên mirovan wekî bingeh esas digire hatiye avakirin. Tirkiye jî yek ji beşdarên damezirîner ên vê ye. Tirkiye aliyekî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye û peyman îmze kiriye. Ji sala 2014’an vir ve Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di der barê “mafê hêviyê” de daxwazan ji Tirkiyeyê dike. Tirkiyeyê hîna ev daxwaz bi cih neaniye. Konseya Ewropayê jî piştî 10 salan, di meha Îlona 2024’an de girt rojeva xwe û salek dem da Tirkiyeyê. Hat gotin ku “Di nav vê demê de verastkirinê bikin.” Di meha Îlona 2025’an Tirkiyeyê verastkirin nekiribû, li ser vê yekê dîsa heta Hezîrana 2026’an dem da. “Koma Gurban” ku Serok Apo jî di nav de ye hîna di rojevê de nîn e, niha rojevek heye. Lêbelê nayê wê wateyê ku ew rojev dê neguhere. Niha saziyên Kurd, saziyên mafên mirovan, me bixwe jî di vê çarçoveyê de serlêdanekê kir. Di vî warî de hewildanên me hene. Ji 22’yê Hezîranê vir ve civîna konseyê heye, ji bo ku li wir bikeve rojevê em nîqaş û têkiliyan dikin. Lêbelê em dibihîzin ku Tirkiyeyê hinek daxuyanî dane û gotiye, “Em pêvajoyeke aştiyê bi rêve dibin, di dawiya vê pêvajoyê de ev pirsgirêk dê çareser bibin. Hewce nake hûn bixin rojeva xwe.”
 
Divê gelê me û her kes vê zanibe: Diyalogek heye, lê ev diyalog bi temaşekirina ji dûr ve û bêyî liv û tevgerê nagihîje encamê. Em tevger û rêxistina têkoşînê ne. Divê em têkoşînê ne tenê bi şer, lê bi xurtkirina têkoşîna demokratîk di her astê de qadan tije bikin. Divê em dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Divê em dengê xwe bigihînin hemû cîhanê. Divê em di nav hewildanên dîplomatîk, siyasî û girseyî de bin. Aliyekî vê jî Konseya Ewropayê ye. Saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê di vî warî de xwedî plan û proje ne. Meha Hezîranê di heman demê de dê bibe meha çalakiyan a di vî warî de.
 
MA / Habîbe Roza Arpa