Fermandarê YRK’ê Şoreş Alan: Agirbesta DYA-Îranê amadekariya şerekî nû ye DOSYA 3

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Fermandariya YRK'ê Şoreş Alan diyar kir ku agirbesta di navbera DYA û Îranê de "amadekariya şerekî nû ye" û got: "Bêyî Kurdan nikarin Îraneke nû ava bikin." 

 
Di beşa sêyemîn a rêzedosyeyên xwe yên têkildarî şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de û sekna Kurdan a di şer de me cih da pêşniyarên çareseriyê yê baskê leşkerî yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK). Li gorî fermandarên HPJ û YRK’ê, Rojhilata Navîn di qonaxa şerekî mezin de ye. 
 
Endamê Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistan (YRK) Şoreş Alan, diyar kir ku agirbesta di navbera DYA û Îranê de “amadekariyên şerekî nû ye”. Alan, got ew jî hêzên xwe di vê çarçoveyê de amade dikin. 
 
Tê gotin ku dê şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de ku weke “Şerê 3’yemîn ê Cîhanê” tê binavkirin, hevsengiyên li Rojhilata Navîn biguherîne. Gelo hedefên hêzên hegemon çi ne, di vî şerî de hedefa kîjan hêzan çi ye? 
 
Şerê di navbera DYA, Îsraîl û Îranê de ne şerekî nû destpêkirî ye. Şerekî di demekî kin de bi dawî bibe jî nîne. Ev şer, 47 sal berê ji roja avakirina Komara Îslamî heta niha didome. Ev şer êdî gihişt qonaxa pevçûnê û bi tundî û krîzeke mezin tê domandin. Şerê îro, encama 47 salên dawî ye. DYA û Îsraîl, pêwîstî pê dîtin ku pergalê li gorî daxwaza biguherînin. Ev yek ne tenê ji bo guherandina pergala Îranê ya piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê bi pêşengtiya Ingilistan û Fransayê hatibû avakirin; di heman demê de ji bo bi giştî guherandina pergala wê bû. Ji wê demê heta niha li ser çavkaniyên enerjiyê yên li Kendava Besrayê û Tengava Hurmuzê ev şer tê domandin. Lewma ev şerekî îktîdarê ye. 
 
Şerê berjewendiyê yê hêzên cuda ye ku dixwazin 100 salên pêş serwer bin û berjewendiyên xwe mezin bikin. Herêma me, xwedî cihekî wisa stratejîk û jeopolîtîk e ku dikare hemû dinyayê têr bike. Lewma jî şerê li vir gihiştiye asta herî jor. Dixwazin pergaleke nû ava bikin. Ji bo berjewendiyên enerjiyê şer dikin. Em dikarin bibêjin ev şer şerê hêzên dixwazin li vir serwer bin e. 
 
Gelo şerê 12 roja pêşegava vî şerî bû? 
 
Salek berê di navbera Îsraîl û Îranê de şerekî 12 rojan domiya rû da. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê roja dawî tev li şer bû. Di esasê xwe de DYA ji roja ewil ve di nava şer de bû lê di roja dawî de bi awayekî fermî tev li bû. Ev yek jî destpêka qonaxa nû ya şer bû. Vêcarê 40 rojan domiya lêbelê ev şer di esasê xwe de bi vî awayî dawî nabe. Îranê, ji hêla fermandarî, leşkerî, îdeolojîk û rêveberiya siyasî ve derbekî giran xwar. Rêberê wan ê olî hate kuştin. Serfermandar jî di nav de gelek leşkerên payebilind û rayedarên siyasî hatin kuştin. Niha li îktîdarê tenê rêveberiyek maye. Ev rêberî kî ye? Avadaniya esasî ya ku heta niha ev pergal birêve biriye. Îran pergaleke wiha ye ku her kesî digot dema rêveberî têk çû, anku Xamaney hate kuştin dê Îran hilweşe. Ev yek ji aliyekî ve xelet bû. Fêm nekirin ku Îran xwe dispêre pergaleke îdeolojîk, xwe dispêre binhgek û avdaniyeke îdarî û ev avadanî didome. 
 
Di vî şerî de yek ji mijara derketî pêş jî helwesta gel bû. Gelên ku salên dirêj e li dijî rejîmê têdikoşin, piştgirî nedan mudaxileya derve. Gelo hûn vê helwesta gelan çawa dinirxînin, li gorî we van gelan di vê pêvajoyê de karî bibin hêza veguherîner? 
 
Hêzên muxalîf ên li Îranê, hem li hundir hem jî li derve nekarîn li hemberî rejîma heyî bibin hêzek. Gelê Îranê, çiqasî li dijî Komara Îslamî be, ewqas jî li dijî mudaxileyên derve ye. Ev yek, çandekî giştî yê Rojhilata Navîn e. Ji vê re dibêjin çand. Hêza li Îranê şer dike, heta astekî ji vê çandê tê. Her çend referansa wan şaristaniyeke 2 hezar û 500 salan be jî, a rast ev hêj kevintir e. Gelên Îranê xwedî hêzeke civakî ya xurt e û xwedî tecrûbeyeke dîrokî ye. Ji van tevekan ders girtiye lewma hikûmeta navendî qebûl nake û alternatîfek pêşkeş kiriye. Her çend salan carekê serhildanên mezin dike. Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ ya sala 2022-2023’yan bêhempa bû û hemû dinya hejand. Pêşketina 'Jin, jiyan, azadî' ya li Îranê, berê Rojhilata Navîn û dinyayê guherand. Ev, serdemeke şoreşê bû ku ji hêla jinan ve hate birêvebirin. Hêza manewî ya jin û ciwanên gelên Îranê; Kurd, Beluc, Azerî, Tirkmen, Ereb û hemû gelên din mezin e. Sosyalîzma ewil hêj jî li Îranê xurt e. Berevajî hemû welatên din, têkoşîna xwe ya civakî didomîne. Dewletê qebûl nake lê di heman demê de mudaxileya derve jî red dike. 
 
Di navbera DYA û Îranê de pêvajoyek didome. Gelo ev pêvajo dikare bi ser keve? 
 
 
Qonaxa jê re dibêjin ‘agirbest’, amadekariya şerekî nû ye. Pêdiviya DYA û Îsraîlê bi agirbestê hebû. Pêdiviya Îranê jî bi xwe komîserhevkirinê hebû. Ev tevek jî amadekariyên ji bo şerekî berfirehtir û dijwartir in. 
 
Heke peymanek an jî muzakereyek çêbibe, Îran mecbûr e ku şertên DYA û Îsraîlê bicih bîne. Lêbelê pergal (Îran) teslîmbûnê wisa bi hêsanî qebûl nake. Hêj jî li ser xalên li ser muzakereyan dikin lihev nekirine. Fikrên wan ên cuda hene, lewma dibe ku ev rewş amadekariyên şerekî nû bûn. Tişta jê re dibêjin ‘agirbest’, ji bo amadekariyên şerekî nû ye. Bêguman pêdiviya DYA û Îsraîlê bi agirbestê hebû ji ber ku encamek bi dest nexistin. Pêdiviya Îranê jî pê hebû ku xwe komî ser hev bike. Di esasê xwe de bi hincetên cuda vê agirbestê dirêj dike. Ev tevek jî ji bo amadekariya şerekî berfirehtir û dijwartir in. Lewma her kes hewl dide xwe li gorî vê amade bike. 
 
Li dijî vî şerî hûn di pozîsyoneke çawa de ne? 
 
Gelên Rojhilata Navîn dîtin ku şerên heyî tu caran bi ser nakevin. Beriya her tiştekî, şerên li herêmê ne li gorî berjewendiyên gelan e; lewma me xeta xwe diyar kir. Em xeta sêyemîn a têkoşînê ne ku civakeke deokratîk û gelan diparêzin. Lewma em ne alîgirên şer in, em li dijî şer sekinînin. Li gorî felsefeya Rêber Apo ku ji sala 1993’yan heta niha bi israr diparêze; tekane rêya çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn, zemîna aştî û civaka demokratîk e. Em jî di vê ferasetê de israr dikin û di wê baweriyê de ne ku ev şer hêj bêencam e.  
 
 
Gelek partiyan hewl dan Kurdan daxilî şer bikin. Ji bo Kurd tev li şer bibin kîjan garantî hene? Divê em çima şer bikin? Me jî di çarçoveya fikrên birêz Ocalan de biryara ‘parastina rewa’ da. 
 
Gelê Kurd êdî ne bêparastin in. Biryara di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de, avakirina Tirkiye û dewletên din bû. Biçûk an jî qels be jî îro hêzeke ewlehiyê heye. Ev yek tê wê wateyê ku di mijara hêzên ewlehiyê de di nava gelê Kurd de zanetiyek çêbûye. Ev ji bo Kurdan girîng e. Kurd êdî xwedî wê îradeyê ne ku biryarên siyasî bidin. Kurd, ne mîna Kurdên di serdema Şerê Yekemîn ê Cîhanê de ne. Êdî rewşa Kurdan qonaxa serhildanê derbas kiriye û niha derbasî qonaxa ku biryarên siyasî dide û îradeya xwe diyar dike. Di vê çarçoveyê de weke PJAK’ê em jî xwedî îradeyeke siyasî ne. Ev îradeye, parçeyeke îradeya giştî ya gelê Kurd e. Lewma jî divê her biryara tê dayin li gorî berjewendiyên gelê me bin. Gelek partiyan hewl dan Kurdan daxilî şer bikin. Ji bo Kurd tev li şer bibin kîjan garantî hene? Divê em çima şer bikin? Me jî di çarçoveya fikrên birêz Ocalan de biryara ‘parastina rewa’ da. Di vê çarçoveyê de, hemû dinya li dijî me şer bike jî em ê xwe biparêzin û hêza me ya fetihkirina hemû dinyayê hebe jî em ê êrişî tu kesekî nekin. Me xwe seke hêza parastina gelê Kurd pênase kir. Em li gorî îradeya siyasî ya partiya xwe û berjewendiyên gelê Kurd biryaran didini û di qada têkoşînê de jî hêzeke me ya pratîk heye. 
 
Li Îranê pergaleke çawa heye û hêzeke we ya çawa heye? We gotibû heke li dijî gel êrişek çêbibe dê bikevin nava tevgerê. Dema hûn behsa ‘êrişê’ dikin, hûn behsa sînoreke çawa dikin? 
 
Me YRK û HPJ li her devera Rojhilat belav kiriye. Her wiha em xwedî tecrûbeyeke gerîlatiyê ya zêdetirî 20 salan e. Ji qeraxê Çemê Arasê heta Loristanê û tevahiya Rojhilat, em li her çiyayî geriyan. Weke Hêzên Parastina Rojhilat, em amade ne li her dera êriş ser gelê me çêdibe gelê xwe biparêzin. Lêbelê em dibêjin ku em ê vê bi biryarên xwe bikin. Em ê li gorî îradeya xwe ya siyasî û berjewendiyên pêşerojê yên gelê Kurd biryarê bidin. Em mecbûr in bizanin ka dê pêşeroja gelê Kurd çawa be û ji bo tiştên pêwîst amade ne. Ne li gorî daxwazên hin kesên din, em li gorî biryarên xwe tevdigerin. Tu kesek nikare tiştên em naxwazin bi me bidin kirin. 
 
 
Em mecbûr in bizanin ka dê pêşeroja gelê Kurd çawa be û ji bo tiştên pêwîst amade ne. Ne li gorî daxwazên hin kesên din, em li gorî biryarên xwe tevdigerin. Tu kesek nikare tiştên em naxwazin bi me bidin kirin.  
 
Weke ku hûn jî dizanin, hemû çapemeniya cîhanê digotin Kurd amade ne li derveyî sînor mudaxile bikin. Ma Kurd çi mecbûr in sînorê welatekî din derbs bikin? Jixwe hêzên me di nava sînorên rojhilatê Îranê de ne. Em ne behsa medyaya dijîtal, behsa rastiyê dikin. Em li wan deran hene. Di vê mijarê de tecrûbeyên me hene. Gelê Rojhilat xwedî wê tecrûbe û zanînê ye ka dê xwe li ku derê û çawa birêxistin bike. Ev ne tenê ji bo Rojhilat derbasdar e; li ku derê pirsgirêkek derkeve, gelê Rojhilat li wir amade ye. Em gelê xwe baş nas dikin. Em asta rêxistiniyê ya gelê xwe jî dizanin. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku şoreş, berhema neteweyan e. 
 
Gelê me gihiştiye wê astê ku dizane kengî pêwîstî bi parastinê heye û kengî dê xwe biparêze û di vê mijarê de biryarê bide. Her cara rastî êrişê tê, amadeye ku xwe biparêze. Mesele ne kêm an jî zêdebûna hêza me ye, ya girîng asta zanînê ya gelê me ye. Em ji zanîna gelê xwe bawer in. Zanetiya gelê Kurd, zanetiyeke wisa ye ku dizane dê kengî kîjan biryarê bide. Lêbelê biryarên siyasî krîtîk in. Em li gorî biryarên xwe yên siyasî tevdigerin, li hemberî vê gel jî di wê astê de ye ku dizane dê çi bike û çi biryarê bide. Tecrûbeya şerê herêmî ya Kurdistanê, hînî me kir ka em ê gelê xwe çawa baştir û birêkûpêktir biparêzin. Em zanista şerê roja me dizanin. Hêza me her tim di nava perwerdeyê de ye. Em dixebitin û ji bo têkoşîna qadê amade ne. 
 
Gelê Kurd, tevî gelek gelên din dijî. Gelo ev helwesta we ya “parastinê” ji bo gelên din jî derbasdar e? 
 
 
 Em amade ne ku bêyî ferq û cudahiyê bikin hemû gelên Îranê biparêzin. Divê gel bi xwe di nava vê şoreşê de cih bigire û amadekariyên xwe li gorî vê bike. Dê şer bibe û gelek dijwar be. Divê gel xwe ji bo şerekî dijwar amade bike. 
 
Bêguman. Em amade ne ku bêyî ferq û cudahiyê tevekan biparêzin. Her wiha em amade ne ku li her cihê gelê Îranê dixwaze wan biparêzin. Em dikarin di mijara xweparastinê de fikran bi wan re parve bikin. Rastiyek heye ku her çend em gel biparêzin jî, hewceye gel jî bikare xwe biparêze. Lewma em dibêjin şoreş, berhema gela ye. Divê gel di şoreşê de cih bigire û xwe ji bo vê amade bike. Wekî min di serî de jî got dê ev şer gelek dijwar derbas bibe. Her çend Kurd mecbûr nînin tev li vî şerî bibin jî, di nîveka vî şerî de cih digirin. Weke mînak; Başûr tev li şer nebû lê Hewlêr, Dihok û Silêmaniye rastî êrişên bi sedan moşek û dronan hat. Ne hêza serwer a Başûr biryara şer da ne jî gel tev li vî şerî bû. Lêbelê hûn tev li jî bibin tev li nebin jî li ser we êrişek heye. Di navbera du hêzên xwedî teknolojiyeke xurt de hûn şer dikin. Gelekî me heye; gelekî rêxistinkirî û zana heye. Lewma hewceye gelê me ji her alî ve xwe ji bo şerekî dijwar amade bike. 
 
 
Di gotinên we de xuya dike ku şerekî nû li ber derî ye. Gelo “amadekariyên” Kurdan ên ji bo vî şerî çima girîng e? 
 
Em bang li gelê xwe dikin ku mal bi mal, kolan bi kolan, gund bi gund, bajar bi bajar xwe amade bike. Hewceye xwe ji bo vê amade bikin, amadekariyên cuda bikin. Ev, nayê wê wateyê ku em ji bo hin kesên din gef in. Weke gelê Kurd me gef li tu kesekî nexwarine lêbelê cîranên me ji hêla hêzê ve ne hêzên aqilmend in. Van dewletan her tim xwestine gelê Kurd serî bitewînin. Lêbelê gelê Kurd serî li ber tu kesekî netewandiye. Divê her hêz bi vê bizane; gelê Kurd dê bêparastin nemîne. Dê hêza xwe emanetî tu hêzekê neke. Her zindiyê xwe neparêze dê tune bibe. Lewma xetere li ser hebûna Kurdan hebû; bi qirkirin û qetlîaman rû bi rû man. Lewma hewcehî pê heye ji her alî ve xwe biparêze. Em ê vê peywira parastinê dewrî tu hêzên din nekin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me amadekariyên xwe dike û van amadekariyan didomîne. 
 
Gelo heke rejîm demokratîk bibe dê ev îxtîmalên hûn behs dikin pêk werin? Li gorî we divê Îraneke çawa ava bibe? 
 
Ji sala 2011’an heta niha em di nava agirbest û bêçalaktiyê de bûn. Firsenda rejîmê hebû ku ne tenê bi me Kurdan re, bi gelên din re jî têkiliyên xwe sererast bike û xwe biguherîne. Rewşa aborî, azadiya xweîfadekirinê, di qadên perwerde û parastinê de dikariya tiştên baş bike lê ev derfet bi kar ne anî. Em ne bawerin rejîmeke îro di qonaxa hilweşînê de bikare guherînê çêbike û gavên çareseriyê biavêje. Di sala 2025’an de beriya şerê 12 rojan, firsenda Îranê hebû ku guhertinên demokratîk bike. Lewma em dibêjin êdî ji bo Îranê pir dereng e. Lêbelê kesên dixwazin rêveberiya Îranê dewr bigirin û di welat de cih bigirin divê bizanin ku bêyî Kurdan, bêyî tijekirina cihê neteweyên din ‘Îrana nû’ nayê avakirin. 
 
 
Em ne di wê baweriyê de ne ku rejîm biguhere. Lêbelê kesên dixwazin rêveberiya Îranê dewr bigirin û di welat de cih bigirin divê bizanin ku bêyî Kurdan, bêyî tijekirina cihê neteweyên din ‘Îrana nû’ nayê avakirin. Divê rêveberiya Kurdan hebe, hêza wê ya parastinê hebe. 
 
Îrana nû divê bi beşdariya hemû neteweyan û li ser zemîna demokrasiyê ava bibe. Ev pergal, divê ne xwedî rêveberiyeke navendî lê di çarçoveya rêveberiyeke demokratîk de be. Anku hemû raye divê li navendekê neyên komkirin. Gel êdî vê qebûl nake. Di vê çarçoveyê de hewceye îradeya siyasî ya gelê Kurd were naskirin. Divê di nava hêzên serwer de gelê Kurd xwedî pêşengtiya xwe ya siyasî be. Ev yek, şertê ewil ê demokrasiyê be. Divê biryarên xwe bi îradeya xwe ya siyasî bide. Em nabêjin ‘em dewleta xwe cuda bikin’ lê divê gel xwedî îrade be. Anku divê rêveberiyeke Kurd hebe; di her şertan de şertê me yê ewil ev e. Li gel vê, hewceye hêza wê ya parastinê hebe. Ev hêza paratinê, dikare di bin sîwana hêzên navendî de be lê bi taybet jî li bajar û gundan divê ewlehî di destê hêzên Kurd bi xwe de be. Bi gotineke din; divê hem rêveberên siyasî yên herêma Kurdistanê hem jî fermandarên leşkerî Kurd bin. 
 
Ji hêla ziman, çand û aborî ve hûn rêyeke çawa pêşniyar dikin? 
 
Ziman û çand, mafekî bingehîn e ku kesek nikare dest bidê. Divê zimanê me teqez were parastin. Zarok divê li dibistanan bi zimanê xwe perwerde bibin. Em gelek in, ev rastiyek e. Me ev têkoşîn ji bo çi da, me çima ev çek rakirin? Hebûna mirovekî girêdayî ziman e; heke em bi zimanê xwe neaxivin ma dê ji mirovbûna me çi bimîne? Lewma yek ji şertên me yên ewil ziman e. Her wiha aboriya Kurd divê li rêveberiyên aboriyê yên Kurd re bê vekirin. Ji ber ku li her parçeya Kurdistanê li ser Kurdan ambargo heye. Xaka Kurdistanê ji bo her tiştekî guncav e; ji genim, ceh û her tiştên din ên dewlemendiyên sererd heta ava li çiyan, ji petrol û gaza xwezayî heta gelek çavkaniyên binerd jî li Kurdistanê hene. Lêbelê gelê wê di nava xizaniyê de dijî. Lewma li gel azadiyê, her wiha pêdiviya me bi ‘nan’ jî heye. Divê em bikarin enerjiya xwe bi awayekî azad bi kar bînin û ji bo Kurdan divê derfetên bazirganiya azad hebin. Daxwazên me ne daxwazên pir in lê sereke ne û em ê tu caran dev jê bernedin. Divê têkiliyên bi parçeyên din ên Kurdistanê re neyên astengkirin; anku divê yekitiya Kurdan a demokratîk hebe. Têkiliyên demokratîk ên di navbera Kurdan de xetere nînin, berevajî vê pêwîst in. Divê dewletên herêmê bizanin ku hebûna gelê Kurd wan qels nake, berevajî vê dê xurt bike. Bêyî Kurdan tu kes nikare bi ser keve. Di şerê Îran, Îsraîl û DYA’yê de ev yek aşkera bû. Heke projeyeke têkildarî pêşeroja Kurdan tune nebe, ew proje nikare bi ser keve. 
 
Li gel van tevan, hûn şert û mercên jiyanê jî weke xaleke girîng dibînin. Lêbelê ev gelek caran weke gefek tê dîtin... 
 
Hêzên hegemon her tim di çarçoveya zîhniyeta Sykes-Picotê de Kurd weke ‘gefekê’ bi kar anîn û xwe ji vê nakokiyê xweyî kirin. Lê divê her kes bizane ku Kurd ji bo tu kesekî gef nînin. Berevajî vê, bi felsefeya jina azad bingeha demokrasiyê ne. Êdî li holê rastiyek heye ka jin di rêveberî û parastinê de çawa veguherîne hêzekê. Kurd, li Rojhilata Navîn, Îran û Rojhilat misogeriya demokratîkbûnê ne. Em di wê baweriyê de ne ku Kurd dê bibin bingeha pergala nû û têkoşîna me ya ji bo vê didome. Em ji gelê xwe û ji neteweyên din bawer in. Li ser bingeha îradeya gelê kurd em ji bo her tifaqê amade ne. Em her tim li dijî şerê li me hatiye ferzkirin derketin; em dixwazin van pirsgirêka bi rêya demokrasî, diyalog û muzakereyan çareser bikin. 
 
Gelo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a li Tirkiyeyê dê bandoreke çawa li ser Rojhilat bike? 
 
Di navbera Rojhilat û herêmên din de gelek ferq hene lêbelê modêleke çareseriyê ya li cihekî tê pêşxistin, dikare ji bo hemû parçeyên din jî bibe bingehek. Mixabin dewleta Tirkiyeyê hêj jî ev yek fêm nekiriye. Hêviya wê ew e ku Kurd bêhêz bibin. Heta li Îranê jî her tim pozîsyoneke dij Kurd digire. Ev rewş dê bandorê li pêşeroja Tirkiyeyê jî bike. Ev helwest dê Tirkiyeyê ber bi hilweşînê ve bibe. Rêber Apo, ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Kurdistanê firsendek da. Divê dewleta Tirkiyeyê vê firsendê baş bi kar tîne. Heke ev firse bi kar aniya, niha rewş pir cuda bûya. 
 
 
Dibe ku encamgirtina ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hinekî dem bigire lêbelê heke pêş bikeve, ev yek dê bandorê li tevahiya Îranê û Rojhilat jî bike. Divê her kes di ferqa vê de be û ji bo serkeftina pêvajoyê bixebite. 
 
Gefeke mezin li ser destkeftiyên Kurdan heye. Hin kes vê fêm dikin, hin kes jî ji ber ku ranta şer dixwin naxwazin vê fêm bikin. Ji ber ku beşeke mezin a dewleta Tirkiyeyê li ser berjewendiyên şer hatiye avakirin. Lêbelê êdî fêm dikin ku çareseriya birêz Ocalan ne tenê ji bo Tirkiye û Kurdistanê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn derbasdar e. Model û paradîgmaya wî pêş istî, weke fikrekî bi dehan sala ye tê de israr dike, îro di çarçoveya ‘entegrasyona demokratîk’ de derbasî qonaxeke nû bû. Ev, tê wteya ku hûn bi îradeya xwe ya siyasî tev li dibin. Entegrasyona demokratîk ne teslîmbûn e, bi dilxwazî tevlibûna tevahiya derfetên dewletê ye da ku ji we re xizmetê bike. Em di wê baweriyê de ne ku ev qonax dê bi ser keve. Dibe ku encamgirtina ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hinekî dem bigire lêbelê heke pêş bikeve, ev yek dê bandorê li tevahiya Îranê û Rojhilat jî bike. Divê her kes di ferqa vê de be û ji bo serkeftina pêvajoyê bixebite.
 
 Li gorî we dê ev rewşa li Rojhilata Navîn û Îranê biguhere? Hêza Kurdan a diyarkirina vê meseleyê heye yan na? 
 
Gelê me gelekî zana ye. Di vê qonaxa dîrokî de gelê kurd dê sedsala pêşiya xwe diyar bike. Dê guherînek û şerek bê jiyîn. Gelê Kurd divê di vê pergalê û siyaesta nû de cih bigire. Ji ber vê sedemê, her Kurdek hewceye ji bo guherandina dîrokê û parastina dîrokê amade be. Mesele êdî ne meseleya partîzaniyê ye; mesele ew e ka dê gelê Kurd bikare hebûna xwe di sedsala pêş de biparêze yan na. Me biryar da ku azad bijîn. Bi taybet jî jina Kurd biryara azadiyê da û her kes bi wan re ye. Ji bo di sedsala pêş de azad bijîn, çi hewce bike em ê bikin. Hewce bike em ê di vê rêyê de canê xwe feda bikin. Lewma jî divê her kesayetekî Kurd divê xwe ji bo qonaxa pêş baş amade bike û xwe birêxistin bike. Em li dora hev bicivin, hev bigirin û ji hêza hev bawer bin. Em hemû nakokiyên malbatî, eşîrtî, siyasî û hwd bidin aliyekî û li dora ‘jiyana azad’ bibin yek. Em heta niha bûn mînak û ji bo îro jî bibin mînak bang dikin. tu tiştekî gelê me winda bike tune ye; azadî nêz e, rojên azad nêz in. 
 
Sibe: Tifaqa partiyên Kurd
 
MA / Adnan Bîlen