‘Ziman bîra mirov e û jibîrkirina ziman jibîrkirina her tiştekî ye’ DOSYA 4

Parve bike:

DÊRSIM -  Muzîkjen Zeynep Kiliç ku bi klaman Kirmanckî hînî zarokan dike, got: "Ziman, bîra mirov e. Jibîrkirina vê bîrê jibîrkirina her tiştekî ye." Hunermend Mûsa Bakî jî got "Em xwe di zimanê xwe de dibînin" bang li dayik û bavan kir. 

 
Yek ji zaravayên Kurdî ya niha di bin dorpêça bişaftin û xwebişaftinê de jî Kirmackî ye. Di parastina Kirmanckî de çand û huner, bi rolekî girîng radibin. Hunermend Zeynep Kiliç û Mûsa Bakî hem bi nivîsandin û hem jî bi gotinê Kirmanckî hînî zarokan dikin û hewl didin Kirmanckî pêş bixin. 
 
Zeynep Kiliç, li Stenbolê dest bi karê muzîkjeniyê kir û li Navenda Perwerdeya Muzîkê ya Arîf Sag perwerde bû. Piştre jî di koma di bin sîwana Navenda Çandê ya Yuz Çîçek Açsin (YÇAKM) de hatiye vekirin de cih girt û demekî dirêj muzîka polîtîk kir û di gelek sehneyan de cih girt. 
 
Dema ferqkirî Kirmanckî bi xetereya tunebûnê rû bi rû ye, wê demê dest bi gotina stranên bi zimanê xwe kir. Albuma wê ya ewil jî bi zimanê wê bû. Ev 14 sal in li Dêrsimê dijî û Kirmanckî hînî zarokan dike. 
 
‘EM JI ZIMANÊ XWE DÛR KETINE’
 
Zeynep Kiliç ji ber kêmaxaftina Kirmanckî ya li bajar bi gilî û gazinc e û got: “Dema diçûn daîreyên dewletê û saziyên fermî, hewcehî pê nedîtine. Dema diketin kar, dema diçûn kar hewce nekiriye. Ma dê çi bi hînkirina vî zimanî bikin! Wisa difikirin. Lê di ferqa vê de jî nînin; ev ziman her tiştekî mirov e. Ziman, mirov bi xwe ye. Dema ew ziman winda bû, tu jî dê winda bibî. Dema zimanê te nebe dê xwe çawa pênase bikî? Mirov, jiyana xwe bi rêya ziman didomîne. Nasnameya te, çanda te... her tiştekî di nava wî zimanî de ye. Ev ji bo me êşeke mezin e. Em ji zimanê xwe dûr ketine.” 
 
 
DERBEYA QEYÛM!
 
Di berdewamê de Zeynep Kiliçê da zanîn ku di çarçoveya pirsa “Gelo em dikarin çi bikin?” de tevî hinek hunermendan li Şaredariya Dêrsimê dest bi avakirina koroya zarokan kiriye û ev agahî da: “Nêzî 100 zarok tev li koroyê bûn. Me stranên bi Kirmanckî bi wan dan hînkirin û tembûr nîşan da. Li hêla din jî me kursên şano û ziman dan. Bi qeyûm re ev xebat bi temamî dawî bÛ. 150 xwendekarên min hebûn. Qeyûm em ji kar avêtin. Tu rêz û hurmeta wan bo çand û civaka me nîne. Tu tiştek nehiştin.” 
 
DEV JI HÎNKIRINÊ BERNEDA
 
Zeynep Kiliçê bi lêv kr ku wan zarok neterikandin û bi xebateke şexsî hewl dide stranên Kirmanckî hînî zarokan bike. Bi domdarî got li komeleyekê nêzî 8 hefte ye stranan hînî zarokan dike û wiha pê de çû: “Ziman nezanin jî bi hînkirina van stranan Kirmanckî di bîra wan de dimîne. Mereq dikin û diçin li hunermendan guhdarî dikin. Keyfxweş dibin, dubare dikni. Ev jî pêşketinê çêdike. Dema dayik, bav, xwişk û birayên wan vê dibînin keyfxweş dibin. Wisa wisa zarok hînî zimanê xwe dibin. Diçin cem dayik û bavê xwe û jê re dibêjin ‘dixwazim hînî zimanê xwe bibim.’ Dikevin nava vê hewldanê.” 
 
‘ZIMAN BÎRA MIROV E’
 
Zeynep Kiliçê îşaret bi girîngiya axaftina Kirmanckî ya di nava malê de kir û wiha pê de çû: “Stran, di heman demê de bîra ziman û çandê diparêze. Ziman, bîra mirov e. Dema ew bîr çû, her tiştekî ji bîr dikî. Baweriya xwe bi zimanê xwe dijî. Dikarî bi zimanê xwe çîrokan bibêjî, guhdar bikî. Kenê te, henekên te, girî û şînên te bi zimanê te dibe.” 
 
Hunermend Mûsa Bakî ku li Stenbolê dest bi muzîkjeniyê kir jî awazan çêdike. Sê sal berê li Dêrsimê bicih bûye û herî dawî li gel Metîn û Kemal Kahraman strana “Mele” ya aydê herêma Pilemûriyeyê got. 
 
 
 
‘EM XWE DI ZIMANÊ XWE DE DIBÎNIN’ 
 
Bakî, da zanîn ku ew xwe di zimanê xwe de dibînin û got Kirmanckî bi tunebûnê rû bi rû ye. Bakî, diyar kir ku dema ji Stenbolê hatî Dêrsimê, dîtiye ku Kirmanckî pir kêm tê axaftin û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jî min ji ciwanan dipirsa ‘hûn çima bi Kirmanckî naaxivin?’ Digotin em nizanin. Min jî jê re digot ‘Ez li Stenbolê diaxivim lê hûn çawa li vir nizanin?’ Digotin fêm dikin lê nikarin biaxivin.” 
 
‘EM BÎRA XWE BI STRANAN VEDIGUHÊZIN’ 
 
Di berdewama axaftina xwe de Bakî anî ziman ku ew girîngiyê didin ziman û çanda xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hin kesên din gelek hez ji stranên Kirmanckî dikin lê em girîngiyê nadin. Em hewl didin bi stranên xwe bîra xwe biparêzin. Çîrok û serpêhatiya her stranekê heye. Weke mînak, ji 38’ê heta niha em wê bîrê bi stranan diparêzin. Stranên dema em biçûk me lê guhdarî dikir, hêj jî di bîra me de ne. Em bîra berê bi stranan vediguhêzin pêşerojê.” 
 
‘DIVÊ DAYIK Û BAV HÎNÎ ZAROKÊN XWE BIKIN’ 
 
Bakî, got Kirmanckî tenê bi rêya stranan nayê parastin û ev tişt anî ziman: “Hewceye ziman bibe zimanê perwerdeyê. Di vê mijarê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê malbatan. Hewceye dayik û bav bi zarokên xwe re biaxivin û hînî wan bikin. Zarok dema hîn dibin ji bîr nakin. Divê zarokên xwe bişînin dersên hilbijarî. Anku divê bi Kirmanckî biaxivin. Hewce bike bila kampanyayan bikin. Ziman, koka me ye. Heke em ji wê kokê qut bibin, em ê xwe winda bikin.” 
 
MA / Dîren Yurtsever