NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên ku zaravayê Kirmanckî tê axaftin, rewş ne baş e. Her çend hin xebatên akademîk û atolye bên lidarxistin jî, li gorî pispor û komeleyan, pêşeroja Kirmanckî bi zimanê perwerdeyê ve girêdayî ye.
Li gorî Atlasa Zimanên di Bin Xetereyê de ya ku UNESCO'yê di sala 2008'an de aşkera kiribû, li Tirkiyeyê 18 ziman û zarava winda bûne an jî di bin xetereya windabûnê de ne. Zaravaya Kirmanckî ya Kurdî jî di vê lîsteyê de ye. Rexmê ku li komele, sazî û hin zanîngehan atolye û xebatên Kurdî bên kirin jî, rewşa Kirmanckî hîn jî di xetereyê de ye. Zimannas û saziyên vî warî de xebatê dikin, dibêjin ku dahatuya Kirmanckî tenê ew e ku bibe zimanê perwerdeyê.
LI KÎJAN DERAN TÊ AXAFTIN?
Kirmanckî ku wekî "Zazakî", "Dimilî" an jî "Kirdkî" jî tê binavkirin, herî zêde li van deran tê axaftin: Dêrsim: Hemû navçe. Çewlîg: Hemû navçe. Xarpêt: Palu, Miyaran, Dep, Maden, Qovanciyan, Xulaman, Sîvrîce. Amed: Pasûr, Licê, Hênê, Pîran, Erxenî, Şankuş, Çermûg, Xana Axpar, Hezro, Karaz, Gêl. Erzîngan: Tercan, Mansî, Îlîç, Kemah, Uzumlu. Erzirom: Xinis, Tekman, Çad, Aşkale. Sêwaz: Kangal, Koçgirî, Ulaş, Kamîlava, Dîvrîgî, Hafîk. Meletî: Şîro, Erebgir. Kayserî: Sariz, Aksaray. Gumuşhane: Kelkît, Şîran: Qers: Selîm, Erdexan: Golan, Mûş: Gimgim, Bedlîs: Motkî. Sêrt: Hawêl: Êlih: Hezo. Semsûr: Gerger. Riha: Sêwereg. Mêrdîn: Dêrik. Tokat: Almus û bajarên metropol ên wekî Stenbolê.
Hejmara Kirmanckîaxêvan tam nayê zanîn. Serjimêriya dawî ya fermî ku tê de pirsa ziman hatibû kirin di sala 1965'an de bû. Wê demê rêjeya Kurdîaxêvan %7,7 (2 mîlyon û 219 hezar) bû û kesên ku gotibûn "Kirmanckî" 150 hezar û 644 kes bûn. Tê texmînkirin ku niha ev hejmar di navbera 2 û 6 mîlyonan de ye.
LI DU ZANÎNGEHAN BEŞ HENE
Di asta lîsansê de li zanîngehên Dêrsim û Çewlîgê beşa “Ziman û Wêjeya Zazakî” heye:
Zanîngeha Çewlîgê: 5 mamoste hene. Kontenjana 32 xwendekaran tije ye û di sala 2024'an de 11 kes mezûn bûne.
Zanîngeha Munzurê: 2 mamoste hene. Kontenjana 35 xwendekar e, tije ye û di sala 2024'an de 6 mezûn bûne.
Ji sala 2012'yan û vir ve Kurdî wekî dersa bijartî heye. Li gorî daneyên Gulan 2025'an, ji bo sala perwerdeyê ya 2025-2026'an li Tirkiyeyê 59 hezar û 362 xwendekaran dersa Kurdî hilbijartine. Ji van 8 hezar û 563 xwendekaran zaravaya Kirmanckî hilbijartiye.
KÊMASIYA MAMOSTEYAN
Li gorî daneyên Şaxê Egîtîm Senê ya Amedê, li seranserê Tirkiyeyê tenê 235 mamosteyên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî) hene. Ji ber kêmasiya mamosteyan, dersên Kirmanckî li gelek dibistanan nayên dayîn. Zêdetirî hezar mamosteyên Kurdî ku lîsans û master qedandine û formasyon wergirtine, li benda tayînkirinê ne.
REWŞA BAJARAN
Sêwereg: Tevî ku Kirmanckî lê zêde tê axaftin jî, daxwaza dersa bijartî kêm e (tenê 20-30 xwendekar).
Amed: 42 mamosteyên Kurdî hene, ji wan tenê 8 mamosteyên Kirmanckî ne. Li 15 dibistanan dersa Kirmanckî tê dayîn.
Dêrsim: Rewş ne baş e. Li navenda Dêrsimê 6 dibistanên navîn hene. Li dibistana Hurriyetê 2 mamoste hene, lê li dibistana Cumhuriyetê pirsgirêkên bernameyê hene û li dibistanên taxa Ataturkê qet dersa Kirmanckî tune ye.
Çewlîg: Li navendê ji 40 dibistanan tenê di 10'an de dersa bijartî heye. Li Mûşê di tu dibistanê de dersa Kirmanckî nayê dayîn.
XEBATÊN KOMELEYAN
MED-DER (Amed): Di Gulana 2025'an de Meclisa Kirmanckî ava kir û kampanyaya "Ez naxwazim zimanê min winda bibe" da destpêkirin.
Komeleya Lêkolînên Kurdî (Stenbol): Salane 200-300 kes tevlî kursên wan dibin. Pirtûkên perwerdeyê yên wekî Hînker û kovarên Kirmanckî derdixin.
Li Çewlîgê Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zimanê Kurdî (MAZÊR): Dê di 15'ê Gulanê de vebe û kursên Kirmanckî bide.
Komeleyên din: Li Dêrsimê Komeleya Ziman û Wêjeya Dêrsimê, li Sêweregê Ziwan Kurd û li Enqereyê ANKA-DER xebatên Kirmanckî dikin.
RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê: Atolyeyên Kirmanckî li dar dixe û 35 xwendekarên wan hene.
Şaredariya Pîranê: Kurs vekiriye lê tenê 2 xwendekar hene.
Dêrsim: Beriya qeyûman kurs hebûn, lê bi hatina qeyûman re ev xebat sekinîn.
Gimgim: Şaredariyê ji bo kursan cih girtiye û amadekariyan dike.
KIRMANCKÎ DI MEDYAYA KURDÎ DE
Di qada medyayê de hebûna Kirmanckî kêm e:
Newepel yekem rojnameya Kirmanckî bû (2011-2017), lê hat girtin. Azadiya Welat 1-2 rûpelan ji bo Kirmanckî vediqetîne.
Ajansa Welat servîseke taybet a Kirmanckî heye. JINNEWS û Zazakî News jî bi Kirmanckî nûçeyan diweşînin. Ajansa Mezopotamya (MA) tenê bi Kurmancî weşanê dike.
Stêrk TV, Can TV û Zarok TV bulten û bernameyên Kirmanckî diweşînin. TRT Kurdî jî bi Kirmanckî weşanê dike. Lê kanalên Başûr ên mîna Rûdaw, Channel 8 û K24 ww+eşana Kirmanckî nakin.
Radyo: Radyo Veng û Munzur Radyo.
Kovar û Weşanxane: Kovara Vate (ji sala 1997an ve), Şewçila, Kirdkî, Veroj û weşanxaneyên mîna Roşna, Tiji û Weqfa Mezopotamyayê xebatên girîng dikin.
Sibê: Li Dêrsimê rewş çi ye?
MA / Dîren Yurtsever