Cotkarên titûnê bi fikar in

Parve bike:

SEMSÛR - Li Semsûrê hilberînerên titûnê ku şitlên titûnê çandin, bi zêdebûna lêçûnan, zêdebûna herî kêm a bihayê fiyetan ji aliyê şîrketê ve û fikara cotkaran a ji bo xelaskirina keda xwe re rû bi rû ne.

 
Li Semsûrê, cotkaran dest bi çandina şitlên titûnê kirin ku çavkaniya sereke ya debara wan e. Ji 611 hezar niştecihên Semsûrê, 29 hezar û 151 kes di Sîstema Qeydkirina Cotkaran (ÇKS) de qeydkirî ne. Li bajêr 2 hezar û 351 û 679 dekar erdê çandiniyê heye ku ji wan bi qasî 150 hezar dekar ji bo çandina titûnê tê bikaranîn. Tenê Semsûr 27 hezar û 733 ton titûnê hildiberîne ku ev jî ji sedî 25.68'ê hilberîna giştî ya titûnê ya Tirkiyeyê pêk tîne.
 
Li gundê Têxbidaxê ku li nêzî Bendava Ataturkê û beşek ji navçeya navendî ya Semsûrê ye, xebata ji bo titûnê dest pê kiriye. Bilal Dîlek ku îsal li ser bi qasî 100 dekar erdî dest bi çandina titûna Egeyê kiriye, got ku wî tenê ji bo îcareya erd 350 hezar TL daye. Dîlek diyar kir ku çandina titûnê her sal dijwartir dibe û got ku wî tenê îsal 260 hezar TL heqdesta rojane ji bo karkeran daye. Dîlek diyar kir ku lêçûnên wekî cotkirin, dermanên kêzikan û gubreyan ji bo zeviyê her sal bi awayekî berbiçav zêde dibin û ji nebûna piştgiriya hikûmetê gazin kir. Wî destnîşan kir ku ji bo cotkaran pêwîst e bacên li ser tiştên wekî sotemenî, gubre û avdanê werin kêmkirin û bal kişand ser pêwîstiya piştgirîkirina hilberîna çandiniyê.
 
Dîlek anî ziman ku wan li gorî peymaneke bi şîrketên taybet ên li bajêr dest bi çandina titûnê kirine û got: "Dewlet tenê destûrê dide me ku em titûnê bifroşin şîrketan. Her sal, em di destpêka demsalê de bi van şîrketan re peymanan îmze dikin. Par, me peymanek ji bo 230 TL serê kîloyê îmze kir. Îsal, me li ser 260 TL'yî serê kîloyê li hev kir."
 
Dîlek bal kişand ser enflasyona bilind a li welêt û got: "Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) rêjeya enflasyonê ji sedî 30 zêdetir ragihand. Lê em dizanin ku enflasyona rastîn ji sedî 50 zêdetir e. Peymana ku me bi şîrketê re çêkiriye jî ji rêjeya enflasyona fermî pir kêmtir e. Ev dibe sedem ku em nikarin debara xwe bikin. Min vê dawiyê traktorek kirî. Bihayê traktorê 4 milyion û 300 hezar TL bû. Nirxê wê yê rastîn herî zêde milyon û nîv e. Ji ber ku nirxa TL kêm bûye, bi berdewamî kêmasiya me çêdibe." 
 
'HEQDESTA ME JI ME RE BIMÎNE BES E'
 
Hasarî Bagirci (35) ku li heman gundî 20 donim erd çandiye, ji zêdebûna lêçûnan gazin kir. Bagirci diyar kir ku ew ji Çileyê ve dest bi amadekirina titûnê dikin û got: "Pêşî, em tovên xwe di Çileyê de diçînin û tovên titûnê vediguherînin şitlan. Em gubre û dermanên kêzikan didin wan. Em wan di zeviyên bi navînî 12 metre dirêj de diçînin. Her zeviyek bi kêmî ve 5 hezar TL lêçûn e. Dûv re em axê dajon. Ajotina erd bi xwe lêçûneke girîng e. Ger heqdesta me ya rojane bimîne jî em razî ne." 
 
Osman Kiyak 853) jî ku "çawîşê" karkeran e got: "Em her roj sibehês aet di 5'an de ji Kolikê karkeran tînin ser erd. Em serê sibê saet di 7'an de dest bi kar dikin û êvarî saet di 3'yan de dest ji kar berdidin. Heqdest hezar û 300 TL ye. Par hezar TL bû. Li gor kar, heqdest jî diguhere."
 
Ayşe Işikli (52) ku rojane dixebite got ku ew ji serê sibê heya êvarî şitilan datînin û paşê gava diçin malê, karê malê dikin. 
 
MA / Omer Akin