Di Cejna Qurbanê de sûk qelebalix e, lê danûstandin tune ye!

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN – Welatiyên ku bi munasebeta Cejna Qurbanê li Amed, Wan û Stenbolê me mîkrofon dirêjî wan kir, gotin: "Heke aştiyeke birûmet pêk were, em dikarin ji cejnê re bibêjin cejn."

 
Bi munasebeta cejnê welatî hewl didin ku li sûk û bazaran danûstandinê bikin. Lêbelê ji ber krîza aborî, welatiyên ku çûn danûstandinê, bi destên vala vegeriyan malên xwe. Welatiyên ku me li Amed, Stenbol, Wan û Colemêrgê mîkrofon dirêjî wan kir, desthilat wekî berpirsê bihabûna bihayan nîşan dan.
 
Welatiyên li Amedê bal kişandin ser polîtîkayên şer û gotin: "Heke aştiyeke birûmet pêk were, em dikarin ji cejnê re bibêjin cejn. Di serî de divê azadiya rêzdar Ocalan were misogerkirin. Wê demê dê ev dibe cejna me."
 
Welatiyên Stenbolê ku xwediyên desthilatdar vexwendin sûk û bazaran û ev peyam dan: "Divê yên li ser desthilatê, zêdebûna bihayan ji xwe re bikin xem."
 
Welatiyên ku me li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê û navçeya Geverê ya Colemêrgê mîkrofon dirêjî wan kir, gilî û gazincên xwe ji bihayan kirin. Dikandaran jî dan zanîn ku tevî qelebalixê jî nikarin tu tiştî bifroşin.