Xwestin di Doza Dîlovasiyê de peywirdarên cemaweriyê jî bên darizandin

Parve bike:

KOCAELÎ - Beriya danişîna 2’yemîn a Doza Dîlovasiyê ku 7 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn, daxuyanî hat dayin û hate xwestin ku şîrket û peywirdarên cemaweriyê yên berpirsyartiya wan di qetlîamê de heye jî bên darizandin. 

Li Ravîve Kozmetîkê ya li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê teqîn çêbûbû û 3 zarok û 3 jin jî di nav de 7 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Danişîna 2’yemîn a Doza Dîlovasiyê li Girtîgeha Kandirayê hat lidarxistin. Parêzer û malbatên kesên di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dayin beriya danişînê daxuyanî dan. 
 
Parêzer Saruhan Efe Kadaîfçî, anî ziman ku ew li bendê ne danişîn bi rûniştina îro bi dawî bibe û got: “Ji destpêkê heta niha em dibêjin çendek kêmasî di dosyayê de hene. Em ê dîsa bibêjin. Di îfadeyên duh de dîsa behsa markayên weke Altinyildiz, Zara, Victoria Secret, Koton û hwd hate kirin. Em dixwazin dosyeya peywirdarên cemaweriyê yên berpirsyartiya wan heye jî bidome. Darizandina karsazê nepen Alî Osman Akat bi tena serê xwe têr nake. Her wiha em ê berpirsyartiya şîrketên mezin ên navneteweyî jî bînin ziman.” 
 
Emîne Bulut ku di qetlîamê de xwişka xwe Şengul Yilmaz winda kiribû jî wiha got: “Aleyna Oransal dibêje ‘ez ê tedawî bibim, divê tehliye bibim.’ Ez van qebûl nakim. Naxwazim Alî Osman Akat were berdan. Hêvîdarim cezayekî giran li tevan were birîn.”