Koçerên Botanê xwe ji bo zozanan amade dikin
ŞIRNEX - Koçerên Dîdêriyê ku ji bo koça ji quntarê Çiyayê Gabarê ber bi Zozanên Feraşînê ve amadekariyan dikin, gotin koçeriyê bi rêya piştevaniyê didomînin.
Amadekariyên koçerên li quntarê Çiyayê Gabarê yê Şirnexê dest pê kirin. Koçerên Dîdêriyê yên li bajarokê Deşta Darê ya navçeya Hezex a Şirnexê, amadekariyan dikin ku 15 roj piştre ber bi Zozanên Feraşînê yên navçeya Elkê bi rê kevin. Li rexekî kon, cil û berg, xurek, derman û hwd. amade dikin û li rexa din jî ji bo pezê wan bikarin vê rêwîtiyê ragirin derzî dikin.
Koçeran, behsa zehmetî û xweşiyên jiyana koçeriyê vegotin.
Kerem Kurtum (27) diyar kir ku zivistana îsal hinek zehmet derbas bûye û got: “Par vê demê em ji bo biçin Feraşînê li Herêma Bestayê bûn. Çêreya îsal zêde ye. Em ê 4 mehan li Feraşînê bimînin û piştre vegerin. Hem xweşî hem jî zehmetiyên koçeriyê hene. Xweşikiya xwezayê dike ku em xwe li ber vê zehmetiyê bigirin. Em kedê didin lê heqê keda xwe nagirin. Llêçûnên di salên dawî de zêde dibin, keda me gelek erzan bû. Her tişt biha ye. Ji roja ji dayik bûyîm heta niha vî karî dikim. Ciwan naxwazin vî karî bikin. Me pezê xwe derzî kir. Dema amadekariyên me xelas bûn dê bi rê kevin. Zozan gelek xweş in. Mirov nikare bi gotinan xweşikiya Feraşînê vebêje. Koçer, li zozanan alîkariya hev dikin. Ev piştevanî me nêzî hev dike.”
‘ZOZAN RASTÎ YE, BAJAR DEREW IN’
Nîsa Kurtumê (19) jî îşaret bi zehmetiyên koçeriyê kir û ev tişt anî ziman: “Koçerî, bi keda jinan didome. Barê wê li ser milê jina ye. Me beriya zozanan kir. Ji ber dereng diçin, xemgîn in. Li wir her tiştek xweşik e. Yên ew der nedîtin û ne hînbûyî nikare li wir bijî. Em ji zarokatiya xwe heta niha di rêyan de ne. Em naxwazin ji zozanan vegerin lê ji ber şertên zehmet ên zivistanê vedigerin. Em ji bajaran hez nakin. Zozan rastî ne, bajar jî derew. Em jin hem bêrîvaniyê dikin hem jî karên konê dikin. Jin, jiyan in. Jin, bihêz in. Karên jin dikin mêr nikarin bikin.”
‘JI ROJA XWE NAS DIKIM HETA NIHA DI RÊYAN DE ME’
Emîn Kurtum ê 57 salî jî diyar kir ku ev 5 nifş in koçeriyê dikin û wiha axivî: “Koçerî roj bi roj kêm dibe. Bi pêşketina teknolojiyê re koçer zehmetiyê dikêşin. Lêçûn zêde dibin û me didin zorê. Ji bilî vî karî em çi karên din nizanin. Hemû bîranînên min ên zarokatiyê yên koçeriyê ne. Ji roja xwe nas dikim heta niha her di rêyan de me. Ev du sal in em zirar dikin. Em dikarin pezê xwe bifiroşin û karekî din pê bikin lê naxwazin wisa bikin. Li zozanên em diçinê jî carnan bi qedexeyan rû bi rû dimînin. 10 sal berê li Feraşînê tiştekî wiha tune bû. Lê di salên dawî de asteng dikin. Her kes pejanekî dikêşe cihekî û dibêje ‘ev der ya min e.’ Berê ne wisa bû. Cihên em berê diçûnê niha di bin navê ‘îcarê’ de ji me pereyan distînin. Pereyên zêde tên xwestin. Hin cih di navbera 5-15 milyon lîreyan dixwazin.”
'BILA QEDEXE NEBIN’
Abdurrahman Ak (23) jî got aliyê herî xweş ê koçeriyê bedewiya xwezayê ye û îşaret bi girîngiya piştevaniyê kir. Mesût Ak (18) jî got di koçeriyê de herî zêde bêrîvan zehmetiyê dikêşin û niha kelecana çûna zozanan dijîn.
‘DIVÊ KOÇERÎ TUNE NEBE’
Abdullah Akman jî got 30 sal berê ji ber ciwanan nedixwest dev ji koçeriyê berdane. Akman, diyar kir ku jiyana koçeriyê jiyaneke komunal e, bi hezaran pezê wan hebû, koçeran her zehmetî di navbera xwe de çareser dikir û divê koçerî tune nebe.
MA / Emrullah Acar