Malnişîn: Em ê li ber wezaretê çalakiyê bidin destpêkirin
WAN - Nûnertiya Dev Emeklî-Sen a Wanê, diyar kir ku ji bo malnişîn karibin bi awayekî mirovane bijîn dê têkoşîna xwe bidomînin û got ku ger daxwaz neyên qebûlkirin dê li ber Wezareta Xebatê çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin.
Nûnertiya Sendikaya Malnişînên Şoreşger (Dev Emeklî-Sen) a Wanê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), têkildarî sererastkirinên di qanîna întibaqê û nedayîna îkramiyeyên cejnê û nezêdekirina meaşê malnişînan, daxuyanî da. Daxuyanî li Parka Ehmedê Xanî hata dayîn. Gelek endamên sendîkayê û malnişîn beşdarî daxuyaniyê bûn.
Nûnerê Sendîkayê Tîmûr Sagyîgît ê di daxyaniyê de axivî, got: "8 hezar û 77 lîre li meaşê karmendan hat zêdekirin, lê ev yek ji bo malnişînan nehat kirin. Em vê yekê şermezar dikin. Zilma li ev qas malnişînan tê kirin nayê qebûlkirin. Dê malanişînên Tirkiyeyê hemû hesabê vê bipirisin. Hikûmeta heyî ne me dibine ne jî me dixe şîna mirovan. Kesên malnişîn û xizan vê heqa nakin."
ger daxwaz neyên qebûlkirin dê li ber Wezareta Xebatê çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin.
Sagyîgît destnîşan kir ku ew ê ji bo mafên xwe bitêkoşin û got ku ger daxwaz neyên qebûlkirin dê li ber Wezareta Xebatê çalakiya rûniştinê bidin destpêkirin.
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.