Serokê Parlamentoya Îranê dê biçe Iraqê
NAVENDA NÛÇEYAN - Dê Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, di 19'ê Tebaxê de biçe Iraqê.
Li Îranê pêvajoya bêçekkirina komên girêdayî Îranê tê nîqaşkirin. Di vê çarçoveyê de Ajansa Tesnîm a Îranê der barê dema serdana Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf a ji bo Iraqê û hevdîtinên wî yên li gel berpirsên Iraqî, agahî parve kir. Ajansê ragihand ku sibe Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, di serokatiya şandeke parlamentoyê ya asta bilind de serdana Iraqê dike. Armanca vê serdanê nirxandina geşedanên li herêmê û xurtkirina hevkariya stratejîk a di navbera Tehran û Bexdayê de ye.
Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku wê Baqir bi berpirsên payebilind ên Iraqê re bicive û wiha hat gotin: "Mijarên sereke yên guftûgoyan; xurtkirina peywendiyên dualî, ewlehiya sînoran, rûbirûbûna terorê, hevkariyên aborî û şopandina bicihanîna peymanên hevpar ên di navbera her du welatan de ne."
Hat diyarkirin ku ev serdan di çarçoveya xurtkirina hemahengî û hevkariya di navbera Iraq û Îranê de ya li ser pirsên hevpar û geşedanên li herêmê tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku dema birêkûpêkkirina dosyaya çekan a li Iraqê gav bi gav ber bi dawiyê ve diçe. Heta niha beşek ji komên çekdar ên nêzîkî Îranê ne amade ne çekên xwe radest bikin. Ev rewş bûye sedema aloziya di navbera hikûmetê û komên çekdar de û wisa kiriye ku Îran bixwe destwerdanê di vê mijarê de bike.