Îran li ser sînorê Başûr baregehên nû çêdike

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku rejîma Îranê li ser sinorê Başûrê Kurdistanê dest bi çêkirina baregehên nû û danîna dîwar kiriye.

 
Piştî şerê navbera Îran, Amerîka-Îsraîlê, rejîma Îranê hêzek zêdetir şandiye ser sinorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de.
Li gorî nûçeya RojNews’ê ku xwe dispêre agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, li sinorê navbera navçeya bajarê Bane yê Rojhilat û navçeya Pênciwên ya Başûrê Kurdistanê, bi dehan navendên nû hatine avakirin û dest bi çêkirina dîwarê li ser sinor hatiye kirin.
 
Vê rewşê çûnûhatina kolberên ku ji neçarî karê kolbertiyê li ser sinor dikin gelek zehmet kiriye û metirsiyek mezin xistiye li ser jiyana kolberan.
 
Di meha Hezîranê de rejîma Îranê li Bane, Pawe, Merîwan û Mihabadê dest bi operasyonên leşkerî kir û li hin cihan jî pevçûn di navbera hêzên rejîmê û hêzên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de rû da.
 
Di encama van pevçûnan de 4 gerîlayên YRK’ê û 6 pêşmergeyên HDKA’yê jiyana xwe ji dest dan. Di beramber de jî Ciwanên Nîştimanperwerên Kurdistanê 3 nokerên rejîmê ceza kirine. YRK’ê jî ragihand ku di pevçûnan de ji hêzên pasdarên Îranê kuştî û birîndar çêbûne.