NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê PJAK’ê Qendîl Hewşar diyar kir ku Îran piştî vê şerî êdî nikare hêz û siyaseta xwe ya berê ya li Rojhilata Navîn biparêze û got: "Îran bi rêya şer hewl dide nîşan bide ku hîn jî bihêz e û îmaja ku nayê hilweşandin ava bike."
Êrişên li dijî Îranê ku di 28’ê Sibatê de dest pê kiribûn û di 8’ê Nîsanê de bi hevdîtinên agirbestê hinekî sekinîbûn, bi êrişên rojên dawî re ji nû ve dest pê kirin. Îranê di vê pêvajoyê de êrişên xwe yên li ser komên Kurd jî zêde kirin û gefên xwe girantir kirin.
Endamê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Qendîl Hewşar têkidlarî mijarê ji ajansa me re axivî û pêvajoya dawî nirxand.
Hewşar anî ziman ku Îranê êrişên li ser başûrê Lubnanê wekî hincet nîşan dane û êriş dane destpêkirin û ev tişt got: “Îranê bi van êrişan xwest careke din têgihana xeta 'antî emperyalîst' û 'antî Îsraîl' ava bike. Lêbelê, di êrişên tolhildanê yên li dijî Îranê de me dît ku Îran ne di wê hêzê de ye ku heta qada xwe ya hewayî jî biparêze. Me ji destpêkê ve jî gotibû; şerê Îran û DYA'yê ne tenê şerê du dewletan e. Ev şerekî cîhanê ye. Em jê re dibêjin Şerê 3’yemîn ê Cîhanê. Ji ber ku di vî şerî de şerekî aborî û siyasî jî heye.”
'REJÎM NE DI WÊ POZÎSYONÊ DE YE KU BI DYA'YÊ RE LI HEV BIKE'
Hewşar destnîşan kir ku encam çi dibe bila bibe, piştî şer Îran nikare vegere siyaseta xwe ya berê ya Rojhilata Navîn, lê tevî vê yekê jî hewl dide îmajara "dewleta bihêz" biparêze. Hewşar ev pêvajo şiband serdemên Serokkomarê berê yê Iraqê Saddam Huseyîn û wiha pê de çû: “Dema em li serdema Qedafî dinêrin, Qedafî jî wisa bû. Dema em li Beşar Esed dinêrin, ew jî xwediyê heman karakterî bû. Lêbelê her ku ev nav têkçûn, dewlet hilweşiya. Lê li Îranê şerekî cuda pêş ket. Sersala borî di Şerê 12 Rojan de, 'tîma serkirde' ya Îranê hatibû armancgirtin. Piştî wê, di 28’ê Sibatê de kesê herî girîng ê Îranê Elî Xameney hat kuştin. Li vir me dît ku nêzîkatiya DYA û Îsraîlê guheriye. Kuştina Elî Xameney peyameke pir zelal bû. Ev peyam ev bû ku êdî bi Îranê û pergala heyî re tu lihevkirin nayê kirin. Rejîma heyî bi tu awayî ne di wê pozîsyonê de ye ku bi DYA'yê re lihevkirinê pêk bîne.”
Hewşar diyar kir ku valahiya ku hem li Îranê hem wekî giştî li Rojhilata Navîn çêbûye, rê li ber hegemoniya DYA û Îsraîlê vedike ku rehettir tevbigerin. Hewşar rave kir ku Îran bi taybetî ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe yên hundirîn xwe avêtiye nava şer û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îran bi rêya şer hewl dide nîşan bide ku hîn jî bihêz e û têgihana ku 'nayê hilweşandin' ava bike. Lê em pir zelal dibînin ku rewş ne wisa ye. Têkiliyeke rasterast a vî şerî bi Tirkiyeyê re jî heye. Dewletên ku niha li Rojhilata Navîn serweriya siyasî dixwazin, pêşî hewl didin serweriya xwe ya li ser komên olî ava bikin, piştre jî dixwazin desthilatdariya xwe ya siyasî li ser netewe dewletên herêmê zêde bikin. Ger di li Rojhilata Navîn hevkêşeyek çêbibe, ev yek rasterast bandorê li Tirkiyeyê jî dike.”
'ÎRAN JI ÊRIŞÊN XWE RE ZEMÎNÊ AMADE DIKE'
Hewşar bal kişand ser babetê ku dewletên hegemon di vê sêwirana nû de hewl didin heman çarenûsa senaryoya sala 1989’an bi Kurdan bidin jiyîn û got: "Dewleta Îranê jî xwest gelê me qetl bike. Dixwestin di ser Kurdan re rewayetiyê bidin êrişên xwe."
Hewşar destnîşan kir ku gelê Kurd alîgirê demokrasiyê ye, lê ne dewletên herêmî û ne jî yên hegemon xwedî helwesteke wiha nîn in. Hewşar diyar kir ku rewşa siyasî ya li Îranê, di serî de ji bo Tirkiyeyê û dewletên herêmê, deriyê reforman ê ji bo neteweyên kêmîne yên di nav wan de vekiriye û got: “Lewre Tirkiyeyê guhertin hîs kir. Lêbelê siyaseta ku birêve dibe pir cuda ye. Mînak; li Sûriyeyê nexşerêyek wisa dişopîne ku hikumetê bi xwe ve girê bide. Em vê siyasetê rast nabînin. Li Îranê 90 mîlyon mirov û gelek nasnameyên etnîkî hene. Divê Îran bi şêwazekî demokratîktir nêzî mafan bibe. DYA û Îsraîl jî li gora berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî tevdigerin. Siyaseta Kurdan a di vê çarçoveya de her dem li ser bingeha parastina mafên xwe û xurtkirina siyaseta demokratîk bûye. Kurd bi dehan salan e di nav vê rejîmê de her tim hatine înkarkirin. Tiştekî din ê ku ev rejîm li ser hatiye avakirin, tunekirina herî kûr a demokrasiyê ye. Rejîm, her carê ku bi vê pirsgirêkê re rû bi rû maye, serî li komkujî û zextan daye. Îro di nav gelan de hêviyek ji bo xilasbûna ji vê rejîmê şîn bûye. Rejîm ji ber ku vê yekê dizane, dîsa serî li darvekirinê dide. Îro darvekirinên li Îranê ne li dijî komek, çînek, partiyek siyasî an jî nasnameyeke etnîkî ya diyar e. Ew rasterast mekanîzmayeke zextê ye ku li dijî demokrasî û azadiya civakê tê bikaranîn. Di vê sedsala borî de Kurd bê statu hatin hiştin û hatin înkarkirin. Ev pergala înkarê êdî nikare bersiva tu tiştî bide. Em jî dixwazin di xeta azadîxwaziya jinê de bigihêjin mafên gelan û rizgariyê pêk bînin.”
MA / Ceylan Şahînlî