Partiyên sosyalîst dê biçin serdana Demîrtaş û girtiyên Doza Geziyê
DEM Partî, TÎP, EMEP, EHP û TOP dê biçin serdana Selahattîn Demîrtaş û girtiyên ji Doza Geziyê.
Wezîr Gurlek: Yekîneya nû dosyeyên kiryar nediyar ji nû ve lêkolîn dike
Wezîrê Dadê Akin Gurlek ragihand ku wan tîmek ava kiriye ku hemû doz û dosyeyên bûyerên kiryar nediyar û yên der barê wan de biryara neşopandinê hatine dayîn lêkolîn bike.
Bakirhan: Gulistan Doku pirseke bêbersiv e
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îşaret bi dosyeya Gulistan Dokuyê kir û got: “Gulistan ne şexsek e, pirsek e. Ev 6 sal in ev pirs ji wijdana vî welatî tê pirsîn û pirseke bêbersiv e.”
Bahçelî: Hedefa me ne tenê meseleya îro ye ya sibê jî ye
Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî û got: “Pêvajo, tê wateya destnedayîna sînorên me, xurtkirina eniya navxweyî û parastina yekitiya me ya neteweyî ye.”
Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em vehêlandina pêvajoya zagonî rast nabînin
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku di mijara avêtina gavên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de berpirsyartiya her kesî heye û got: “Lê berpirsyartiya esasî ya îktîdar û dewletê ye. Vehêlandina pêvajoya zagonî ya bi hincetên cuda rast nîne.”
Îlham Ehmed hevdîtina bi Şamê re vegot
Îlham Ehmed, têkildarî hevdîtina dawî ya di çarçoveya pêvajoya entegrasyonê de bi Şamê re kiribûn de axivî û got ku di pêvajoya nû ya destûra bingehîn de Kurd jî dê cih bigirin.
Bîrlîk ê DBP’î: Divê Meclis ji bo azadiya Abdullah Ocalan bicive
Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya DBP'ê Huseyîn Bîrlîk, diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê Meclis însiyatîfê bigire.
Encamnameya DBP’ê: Jinûavakirin peywira sereke ye
Meclisa Partiyê ya DBP’ê di encamnameya civîna xwe de îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û got: “Jinûveavakirina pêvajoyê, peywira me ya sereke ye.”
Hevşaredarên DEM Partiyê li Wanê civiyan
Hevşaredarên DEM Partiyê li Wanê civiyan û tê payin ku di civînê de xebatên rêveberiyên herêmî bên nirxandin.
‘Peywira Komîsyona Meclisê ew e ku çarçoveya zagonê diyar bike’
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê diyar kir ku pêşeroja welatekî ne di şer de lê di aştî, wekhevî û demokrasiyê de ye û got: “Peywira komîsyonê ew e ku bi pêvajoya çekberdanê ya rêxistinê re çarçoveya zagonê ya vê pêvajoyê birêve bibe diyar bike.”
DEM Partî dê biçe bajarên ku li dibistanên wan êriş çêbûn
DEM Partî, dê têkildarî komkujiyên li Sêwreg û Mereşê yên li dibistanan çêbûn, biçe herêmê lêkolînan bike.
DEM Partî dê Konferansa Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk li dar bixe
Lijneya Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk a DEM Partiyê dê bi dirûşma “Bi Rêveberiyên Demokratîk ên Xecîhî ber bi Civaka Komunal ve” konferansa Rêveberiyên Xwecîhî yên Demokratîk li dar bixe.
DEM Partî: Divê êrişa li ser lîseyê wekî bûyereke edlî neyê dîtin
DEM Partiyê der barê êrişa çekdarî ya li Sêweregê daxuyaniyek da û got: "Divê ev êriş wekî bûyereke edlî ya şexsî neyê dîtin. Berpirsiyar, polîtîkayên ku vê rewşa tundiyê afirandine bi xwe ne."
Ji Gurlek der barê Gulistan Dokûyê de daxuyanî: Dê bi biryardarî bê lêkolînkirin
Wezîrê Dadê Akin Gurlek, têkildarî binçavkirinên di doza windabûna Gulistan Dokûyê de got: "Çi dibe bila bibe, bi biryardarî tê lêkolînkirin."
Tulay Hatîmogûllari: Ji bo me ya esasî Banga Aştî û Civaka Demokratîk e
Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de axivî û got: “Em heta dawiyê piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk. Ji bo me ya esasî ev e. Kî çi dibêje bila bibêje, em ê dev ji vê bernedin.”