Hejmara nû ya Kovara Jinê derçû

Parve bike:

STENBOL - Hejmara 176’an a Kovara Jinê bi berga ‘‘Rêgezên Damezrîner ên Aştî û Hiqûqa Azadiyê’ derket pêşberî xwînerên xwe.

 
Kovar li ser bingehên yasayî, civakî û dîrokî yên aştiyê disekine, di heman demê de mijarên wek rola yasayê di avakirina civakek demokratîk de, nîqaşa li ser naskirina yasayî û mafên kolektîf di pirsgirêka Kurd de, pozîsyona damezrîner a jinan di pêvajoyên aştî û destûra bingehîn de, û hevrûbûna bi raboriyê û bîra kolektîf re digre dest.
 
Sernavên di hejmara dawî de wiha ne:
 
“Qanûna Aştiyê: Qanûn di Avakirina Civakek Demokratîk de çi dibêje? / Atiye Arikan
 
* Hevkêşeyeke Nû û Bingehîn; Diyardeya Kurd a Qanûnî / Suzan Akîpa
 
* Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Daxwazên Jinan ên di Çarçove Qanûn û Destûra Bingehîn de / Sevda Çelîk Ozbîngol
 
* Qêrîna Bêdeng a Çiya: Ji nû ve Bîranîna Zarîfe Xanim/ Çîdem Goksoy
 
* Ji Hypatia heta Nagîhan Akarsel: Şerekî Hezar Salî li Dijî Rastiya Jinan / Gulîzar Îpek”