Şandeya Koma Çep a Yekbûyî ya Ewropayê bi DEM Partiyê re civiya

Parve bike:

ENQERE - Şandeya Koma Çep a yekbûyî ya Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê bi  Tulay Hatîmogullari re civiya. Di civînê de têkildarî qonaxa pêvajoyê û gavên ku divê bên avêtin gotûbêj hate kirin.

 
Şandeya Koma Çep a Yekbûyî (UEL) a Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) li Navenda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan bi Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogullari re civiya. 
 
Şandeya ku ji Hevserokê UEL'ê û Parlamenterê AKEL a Qibrisê George Loucaides, Hevseroka UEL'ê û Endama Senatoya Spanyayê ya ERC'ê Laura Castel, Alîkarê Serokê Koma UEL'ê û Endamê Senatoya Fransayê yê ji Koma Fransa ya Serî Natewîne Emmanuel Fernandes, Seroka Rûmetî ya MPKE'yê Tiny Fox û Sekretera Koma UEL'ê Anna Kolotova pêk tê, ji aliyê Heverdevkên Têkiliyên Derve Ebru Gunay, Berdan Ozturk, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevîlay Çelenk û Şêwirmendê Komîsyona Têkiliyên Derve Even Çevîk ve hatin pêşwazîkirin. 
 
Civînê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêk hat, qonaxa pêvajoyê û gavên ku divê bên avêtin gotûbêj hate kirin.
 
Şande piştî civînê ji bo bi endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol re hevdîtinê bike, derbasî Meclisê bû.