Li Erxeniyê Parka Gulistan Doku hat vekirin

Parve bike:

AMED - Şaredariya Erxeniyê li taxa Bagur parkek bi navê Gulistan Dokuyê bi merasîmekê vekir.

 
Şaredariya Erxeniyê ya Amedê parka ku li taxa Bagur a navçeyê bi navê Gulistan Dokuyê çêkir, bi merasîmekê vekir. Hevşaredarên Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar û Şiyar Guldîken, endamên meclisa şaredariyê, malbata Gulistan Doku û gelek welatî beşdarî merasîma vekirinê bûn.
 
Hevşaredar Bîrsen Azak Bayar ku di vekirinê de axivî, xwest aqûbeta Gulistan Dokuyê bê zelalkirin.