Leşkerê ku Uytun ê 18 mehî qetil kiribû beraet kir

Parve bike:

ŞIRNEX - Dadgehê der heqê leşker Hakan Alkan ê ku li Cizîrê zarokê 18 mehî Mehmet Uytun qetil kiribû, biryara beraetê da.

 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 9’ê Cotmeha 2009’an de dema leşkeran êrişî çalakiyekê kiribûn, leşker Hakan Alkan bi çeka leşkerî zarokê 18 mehî Mehmet Uytun kuşt. Derbarê bersûc Hakan Alkan de doz hatibû vekirin û 3 sal û 4 meh ceza li leşker hatibû birîn. Li ser îtîraza parêzerên malbatê, dadgeha bilind biryara 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Cizîrê dabû betal kir û Mehmet Uytun carek din hate darizandin.
 
Îro bi tevilbûna parêzerên malbata Uytun, endamên OHD’ê, ÎHD û Baroya Şirnex û leşkerê bersûc Hakan Alkan bi rêya SEGBÎS’ê tevlî 8emîn danişîna dozê bûn.
 
‘DEWLETÊ PEYWIR DA ME’
 
Piştî tespîtkirina nasnameyan, parêzerên malbata Mehmet Uytun diyar kir ku dema kuştina kesekê bi destê hêzên ewlehiyê çêdibe, bersûc xwe diavêjin pişt dewletê û diyar kirin ku bersûc bi îdiaya ‘dewletê peywir daye me’ parastina xwe kir. Parêzeran da zanîn ku di gelek dozan de ji ber ku girtin pêk nayên, kujer direvin derveyî Tirkiyeyê û em bi guman in ku ev doz jî dê wisa bi encam bibe.
 
Parêzerên malbatê xwestin ku daraz li Dadgeha Cezayên Giran pêk were û bersûc, ‘bi kuştina qestî’ bê darizandin. Piştî axaftina parêzeran, dozgeriyê mutalaya xwe da û xwest daxwaza guhertina heyeta dadgehê were redkirin. Dozgeriyê her wiha mutalaeya xwe ya berê dubare kir û xwest bersûc Hakan Alkan were cezakirin.
 
Piştî mutalaeya dozgeriyê, heyeta dadgehê bersûc Hakan Alkan beraet kir.